Polîtîkaya Tirkiyeyê ya DAIŞ hêviyên pêvajoya aştiyê lewaz kirin
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya DAIŞ hêviyên pêvajoya aştiyê lewaz kirin
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya DAIŞ hêviyên pêvajoya aştiyê lewaz kirin
Dr. Seda Altug anî ziman ku mimkun e plana êrîşa li hember Kobanê yek ji xala muzakereya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ de be û got ku Tirkiye ji Mijdara 2012’an ve piştgiriya madî û lojîstîk dide komên êrîşî Rojava dikin. Dr. Altug diyar kir ku pêvajoya çareseriyê jî vê van pêşveçûnan bandor bûye û got, "Di rewşa niha de di mijarên berdana çekan û vekişînê de wê gel û rêxistin bi xwestek tevnegerin.”
Dr. Seda Altug ku ji ANF’ê re axivî got ku ji sala 2012’an ve Tirkiye piştgiriya madî, lojîstîk û asîstaniyê komên Îslamî yên radîkal û selefî, ji bo derbasbûna wan jî derfetan çêdike.
'ÊRÎŞA LI HEMBER KOBANÊ YEK JI LINGÊ MUZAKEREYA DI NAVBERA TIRKIYE-DAIŞ DE YE'
Dr. Altug, destnîşan kir ku êrîşa li hember Kobanê û serbestberdana rehîneyên di destê DAIŞ de rastî heman demê hatiye û got, "Ji ber detay bi raya giştî re nehatine parve kirin agahiyeke teqez di destê me de tune ne, lê belê yek ji xala girîng a vê muzakereyê ku Kurdan eleqedar dike dibe ku êrîşa li hember Kobanê be. Bêguman rehîne di encama muzakereyên di navbera DAIŞ û TC de hatin berdan. Di destên me de agahiyên ku têkiliyên cuda di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de piştrast dikin hene.”
Dr. Altug bi bîr xist ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dawiya Îlonê hatiye diyarkrin û wiha dewam kir, "Hewl didin daxwazên perwerdeya bingehîn a Kurdan bipelçiqînin, tevî ku heta niha tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin berevajî vê polîtîkayên lewazkirina Rojava didomin. Ji bo dewletê rêvebirina muzakereyan wek rehîngirtina îradeya aliyê li hember dibîne û daxwaza mafekî demokratîk ê Kurdan wek pêngaveke xerakirina muzakereyan dibîne.”
'DI REWŞEKE KU DESTKETIYÊN WAN DI BIN ÊRÎŞAN DE BIN GERÎLA ÇEKAN DANAYNE'
Li gor Dr. Seda Altug pêvçûnên li Rojhilata Navîn vekişîna gerîla û çekberdana wan ji asta gel û rêveberên rêxistinê de kir nav zehmetiyan û wiha dewam kir, "Aloziya ev du hefteyên dawî û destketiyên Kurdan ên li Rojava ku di bin êrîşan de ne ji bo mijara vekişîna gerîla pirsnîşan çêkir. Di rewşa niha de di mijarên berdana çekan û vekişînê de wê gel û rêxistin bi xwestek tevnegerin.”