Polîsên Tirk êrîşî bîranîna Berkîn Elvan kirin

Polîsên Tirk di sêyemîn salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de li Okmeydani êrîşî bîranînê kirin.

Polîsan pêşiya meşê girtin, bi guleyên plastîk ên toz tê de ne êrîş kirin, li ser vê jî girseyê xwe bi fîşekên hewayî û keviran parast.

Endamên Halk Cephesî di 3’yemîn salvegera qetilkirina Berkîn Elvan ê di dema Berxwedana Gezî de ji bo kirîna nan ji malê derketibû û ji aliyê polîsan hate qetilkirin,  li Okmeydani meş û bîranîn li dar xistin. Lê polîsên xwe negirtin êrîşî girseyê kirin. Endamên Halk Cephesî li cihê ku polîsan li Berkîn dan kom b ûn, li gel stran û sirûdên ku Grup Yorûm dibêje bîranîn li dar xistin. Di bîranîna ku Mûstafa Meray jî amade bû de , ji bo Berkîn Elvan û tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin, sopa hesabpirsînê hate dayîn.

Piştî bîranînê girseyê dest bi meşê kir, pankarta ku li ser wêneyê Berkîn Elvan û nivîsa “Ji bo Berkîn edaletê dixwazin” nivîsî vekirin, dirûşm qîr kirin. Girse bi rêzê ji Parka Sîbel Yalçin heta Parka Mehmet Ayvalitaş, ji  kolana Kûzey heta rawestgeha Anadolû meşiya, ji aliyê polîsan hate sekinandin. Polîsan bi zorê xwestin pankarta girseyê desteser bike, bi guleyên plastîk ên toz tê de ne û bombeyên deng êrîş kirin. Girseya li kolanan belav bû jî xwe bi fîşekên hewayî û keviran parast.