Polîsên Tirk bi ser navenda KCD’ê de girtin
Li Amedê polîsên Tirk bi ser avahiya navendî ya Kongreya Civaka Demokratîk de girtin.
Li Amedê polîsên Tirk bi ser avahiya navendî ya Kongreya Civaka Demokratîk de girtin.
Hat ragihandin ku ji ber îro pêkhateyên tevgera siyasî ya Kurd bi armanca ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin daxuyanî da û posterê Ocalan bi avahiyê vekirine, serdegirtin pêk hatiye.
Polîsan ji bo lêgerîna avahiyê ti hincet nîşan nedan, hate ragihandin ku bêyî li benda parêzer û wezîfedaran bimînin, ketine hundirê avahiyê. Li avahiyê legerîn dewam dike, gelek ewraq û pankartên cur bi cur ji hêla polîsan hatin veguhestin û li wesayîtên polîsan bar kirin..
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li semta Ofîsê. Ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin, îro saziyên mîna KCD, DBP, KJA, HDK û HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan, da xuyakirin ku ji 5’ê Îlonê roja Duşemê ve wê bi 50 kesî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Dema daxuyanî dihat dayîn, polîsên Tirk posterê Ocalan ê bi avahiyê hatibû daliqandin bi zorê danîbûn.
Tê gotin ku hinceta serdegirtinê, daxuyanî û daliqandina posterê Ocalan e. Di serdegirtinê de ku gelek polîs tevlî bûne, di avahiyê de yek bi yek li odeyan lêgerîn dewam kirin. Komek parêzer û wekîlên HDP’î derbasî avahiyê bûn û hin çavdêrî kirin.
Saet piştî 00.30’an polîsên Tirk dawî li lêgerînê anîn û ji avahiyê veqetiyan.