Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên Akdenîzê
Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên Akdenîzê Fazil Turk û Yuksel Mûtlû, ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn.
Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên Akdenîzê Fazil Turk û Yuksel Mûtlû, ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malên Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mersînê Fazil Turk û Yuksel Mûtlû. Ji xizmên Mûtlû û Turk re hat ragihandin, ku biryara binçavkirina wan heye.
Ji ber ku Hevşaredar Yuksel Mûtlû û Fazil Turk li derveyî bajêr in, nehatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Mersînê 51 kes hatin binçavkirin.
Di nava binçavkiriyan de Psîkologa Navenda Jinê ÎŞTAR Fahriye Cengîz û xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Aydin Ozdemîr jî hene.