Polîsên Elmanyayê êrîşî meşa dirêj kirin

Ciwanên Kurd îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Vê meşa dirêj ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin.

Meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi şîara ‘Li dijî faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azad bike’ hatibû amadekirin, piştî êrîşa polîsan hate qedexekirin.

Dema ku meş didomiya, saet di 15.00’an de polîsan bi hinceta ku li ser milê wî deqa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, xwest ciwanekî destgîr bike.

Ciwanan destûr nedan vê êrîşa kêfî û li ber xwe dan. Polîsan piştî berxwedana ciwanan êrîşî meşê kirin.

Di êrîşê de hin ciwan birîndar bûn, ablûkaya polîsan jî didome.

Ciwanek hate destgîrkirin û meşvan ji bin kontrola polîsan derbas dibin.

Polîsên Elmanyayê diyar kirin ku piştî êrîşê meş hatiye qedexekirin.