'Meşa Dirêj' a ciwanan li Dortmûndê dest pê kir

'Meşa Dirêj' a ciwanên Kurd ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îro li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dest pê kir.

'Meşa Dirêj' a ciwanên Kurd îro saet 10'an ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dortmûndê bi şiyara "Serî li ber faşîzmê rake, Rêber Apo azad bike" dest pê kir.

Beriya ku meş dest pê bike, nûnerên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad, KCDK-E, MLPD, Înternatîonalîstîsche Lînke Dortmûnd û Rebell Jûgend daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Qisekeran dewleta Tirk a ku Ocalan tecrîd kiriye û dewleta Elman a ku destekê dide dewleta Tirk şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo bê girtin, pêwîste saziyên pêwendîdar tavilê biçin êşkencexaneya Îmraliyê."

Li gel zextên giran ên dewleta Elman, meşê li ber stran û sirûdan dest pê kir. Beşa îro ya meşê wê vê carê li Haûptbahnhof a Bochûmê biqede.

'Meşa Dirêj' a ciwanên Kurd wê 6 rojan dewam bike. Meş wê 6'ê Îlonê li Dusseldorfê biqede. Ciwan wê 7'ê Îlonê tevlî semîner û konsera li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Wûppertalê bibin.