Polîs Hakan Altan ê ku ji bo tedawiya derûnî çû beşa kilînîk a pîskîyartî a Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bi çekê dixtor dîl girt, weke Polîsê Tîma Taybet li Kurdistanê şer kiriye û hate îdîakirin ku li wir derûniya wî xirab bûye.
Şahidekî ku kirîza dîlgirtinê bi çavê xwe dît ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Atakan ê di sala 1986’an de ji dayîk bûye bi çeka xwe ve hate polîkilînîkê destpêkê dixtor û pişre jî erkdareke tenduristiyê dîl digire. Altan, weke polîsê tîma taybet demekî dirêj li Kurdistanê ‘Li ser erkê’ bû, lê piştre çeka xwe girt weke Mehmûrê Xizmetê dest bi peywirê kir.