Polîsê ku sûcê şer kiriye, ji AKP’ê bû bernamzet
Midûrê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê Haci Mûrat Dînçer ê ku dema li Şirnexê bi sedan sivîl hate qetilkirin û bajar hatin wêrankirin, li ser peywirê bû ji AKP’ê bû bernamzet.
Midûrê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê Haci Mûrat Dînçer ê ku dema li Şirnexê bi sedan sivîl hate qetilkirin û bajar hatin wêrankirin, li ser peywirê bû ji AKP’ê bû bernamzet.
Haci Mûrat Dînçer ji sala 2015’an û vir ve li Şirnexê bi navê Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê li ser peywirê ye. Piştî sûcê şer ê li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê, ji bo ku karibe tevlî hilbijartinên 24’ê Hezîranê bibe, daxwaznameya teqawitbûnê da.
Li gorî çapemeniya Tirk, Dînçer ji bo ku li Stenbolê bibe bernamzet, dev ji peywira xwe berda. Di sala 2016’an de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ‘belgeya serkeftinê’ dabû Dînçer. Serkeftina wî jî qetlîam û hilweşandin bû. Di dema Dînçer de bi tenê li Cizîrê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl li bodrûman hatin şewitandin.
Dînçer bi fermana Erdogan, sûcên şer û sûcên mirovahiyê kiribû.