Polîsan li Stenbolê êrîşî protestoya li dijî DAIŞ’ê kirin

Polîsan li Stenbolê êrîşî protestoya li dijî DAIŞ’ê kirin

Polîsên Tirk li navçeya Kadikoy a Stenbolê êrîşî xwepêşandana protestoyî ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê pêk hatin kirin.

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku duh ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hat, meşek li dar xistin. Di meşê de pankartên “Bêdengî hevkariya komkujiyê ye” û “Bijî Berxwedana Kobanê” vekirin û dirûşmên “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” û "Hezar silav ji bo yên li Kobanê li ber xwe didin” qîriyan.

Piştî meşê daxuyaniyek dan çapemeniyê û polîsan bi ava şid, guleyên plastîk û gaza bîberan êrîş kirin. Girseyê bi fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Di dema êrîşê de, hin polîsan ji polîsên din re gotin “Bimeşin şêrên min, bimeşin em ê serê wan bişkînin.”

Rageşiya di navbera girse û polîsan derdewam dikin. Qada Boga ya ku çalakî lê pêk hat di dorpêça polîsan de ye.