Li navçeya Nisêbînê ya bi qedexeya derketina kolanan re êrîşên polîsan û tîmên taybet ên hovane her diçe zêdetir dibe piştî ku Selamet Yeşîlmen hate qetilkirin polîsan li li Taxa Devrîm jina bi navê Şîrîn Bîlgen a derketibû şaneşîna mala xwe bi giranî birîndar kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Merdînê bi qedexeya derketina kolanan re êrîşên polîsan û tîmên taybet ên li hemberî gel bênavber didomin. Herî dawî di êrîşên tîmên taybet de yên li hemberî Taxa Firat de jina bi navê Selamet Yeşîlmen a dayika 5 zarokan hatibû qetilkirin. Polîs û tîmên taybet vê carê jina bi navê Şîrîn Bîlgîn (37) a dayika 6 zarokan e li şaneşîna mala xwe bi çekê bi giranî birîndar kirin. Hat zanîn ku Bîlgîn ji aliyê polîsên ku li avahiyên derdora qada Newrozê hatine bicihkirin ve hedef hat girtin û ji pişta xwe bi giranî birîndar bû.
Bîlgîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîne.