Polîsan ji maşîna Akrep a bê plake bombeya gazê avêtine Dîlan

Polîsan ji maşîna Akrep a bê plake bombeya gazê avêtine Dîlan

Di lêpirsîna bûyera Dîlan Dûrsûn de, ku di dema berxwedana Parka Gezî ya li Enqerê de kabsûla bombeya gazê li serê wê ket û giran birîndar bû, encamên nû derketin holê. Di dîmenên kamerayê yên piştî 4 mehan derket holê de tê dîtin ku ji maşîneke zirxî ya polîsan a bi tîpa "akrep" bombeya gazê tê berdan û li serê Dûrsûn dikeve.

Di dîmenan de tê dîtin, ku ji ber êrîşa Akrep û TOMA'yan a bi bombeyên gazê û ava şid Dûrsûn ber bi rêya Kûrtûlûş ve diçe û di vê kêliyê de maşîneke akrep a li cihê lambeyên trafîkê bombeya gazê diavêje û li ser vê yekê Dûrsûn dikeve erdê. Maşîna zirxî akrep jî ji derbasokê dizîvire û ber bi Kizilayê ve wenda dibe.

Piştî wendabûna maşîna akrep, polîs ji TOMA û akrepan dadikevin û tên gel Dûrsûn. Yek ji karmendan wesayîteke di rê de disekinîne, radihêje Dûrsûn û wê li dawiya wesayîtê dirêj dike. Piştî Dûrsûn birîndar bû û ket erdê, 3 deqe û 22 saniye piştre radikin nexweşxaneyê. Tê dîtin ku li pêşî û pişt maşîna akrep a bombeya gazê avêt Dûrsûn plake nîne.