Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên ku komkujiya Roboskî şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Xwendekarên şoreşger û demokratîk ên ku li Zaningeha Akdenîzê ya Antalyayê dixwînin û xwestin komkujiya 28'ê kanûnê ya li Roboskiyê 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin şermezar bikin rastî mudxaleyea polîsan hatin. Du roj berê koma endamên Civaka Şano ku komkujiya Roboskî şermezar kirin rastî gefa "Xwendekarên ku komkujiya Roboski şermezar kirin dê ji komê bên avêtin" hatin. Li ser vê gefê nêzî 200 xwendekarên şoreşger û demokratîk kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma xwendearan piştî pêşanda şanoyê sloganên "Bijî biratiya gelan" û "Dewleta qatil dê hesap bide" berz kirin û bertekên xwe anîn ziman.
Hate zanîn ku pixtî xwendekaran çalakî pêk anîn û vegeriyan malên xwe polisan xwendekar şopandin û piştre êrîş pêk anîn. Xwendekaran da zanîn ku polîsan li taxa Meltemê bi maşîneya plakeya 07 EOC 76'an xwendekar şopandin û piştre komek din bi maşineyek din hatin taxê û bi satore û kêran êrîşî xwendekarên welatparêz kirin. Xwendekaran anîn ziman ku ewlehiya wan tune û êrîş bi piştgiriya polîsan pêk tê.