Polîsan bi jop û guleyên plastîk êrîş bir ser parazvanên bajêr û welatiyên ku êrîşa li Fîrûzagayê protesto kirin.
ANF
STENBOL
şemî, 18 pûşperê 2016, 22:31
Parazvanên bajêr û welatiyên ku êrîşa li Taxa Fîrûzaga ya girêdayî navçeya Beyoglû ya Stenbolê protesto kirin, li Qada Fîrûzaga ya Cîhangîrê kom bûn. Polîs destpêkê bi jopan êrîşî girseya ji bo daxuyaniya çapemeniyê rawestiyabû kirin. Polîsên ku gelek kes bi erdê re kaş kirin, bi jopan derb kirin, piştre jî bi guleyên plastîk êrîş kirin.
Girseyê bi dirûşmeyan bersiv da êrîşa polîsan, protesto kir. Di encama êrîşan de girse li kolanan belav bû, polîsan jî qad dorpêç kirin.