Polîsan êrîşî pîrozbahiya Roja Kobanê ya Cîhanê kirin

Polîsên Tirk li Sûltangaziyê êrîşî pîrozbahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê kir.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûltangaziyê ji bo pîrozbahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhaê li ber Parka Heykel kom bû. Dema pîrozbahiya de polîsan bi bombeyên gazê û bombeyên deng êrîş kirin, her wiha 8 kes jî binçav kirin. Li gel vê wesayîta deng a rêxistina navçeyê jî hat desteserkirin.

Gel bi dirûşmeyan belav bû, polîsan dor li parkê girt. Ji binçavkiriyan 5 kes hatin berdan.

...