Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Polîsan êrîşî çalakiya ’Deng bide Nisêbînê’ ya Kadikoyê kirin

Polîsan êrîşî çalakiya Rêxistina HDP’ê ya ya Bajarê Stenbolê ku bi dirûşma “Deng bide Nisêbînê” li Kadikoyê dihat lidarxistin, kirin.

Polîsan êrîşî çalakiya Rêxistina HDP’ê ya ya Bajarê Stenbolê ku bi dirûşma “Deng bide Nisêbînê” li Kadikoyê dihat lidarxistin, kirin. Polîsan bi ava şid, jop û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin, endamê SDGF Denîz Fîdan û ciwanek derb kirin û xistin binçavan.

Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbol û Meclîsa HDP’ê ya Bajarê Stenbolê ji bo pêşîgirtina qetlîamên Nisêbînê, li Stenbolê li sê nuqteyan çalakî li dar xistin. Kadikoy a ku yek ji van sê nuqteyan li Alti yolê polîsan êrîşî girseyê kirin. Polîsan ku li pêşiya peykerê Ga girse asteng kirin û rê nedan ku pankart bên vekirin.

LI KADIKOYÊ POLÎSAN ÊRÎŞÎ GEL KIRIN

Ciheke din a ku çalakiya "Deng bide Nisêbînê" hate lidarxistin jî Kadikoy bû. Girse li qada Altiyolê hate cem hev. Polîsan daxuyanî asteng kirin. Li gel astengiya polîsan gel li cadeya Bahariyê kom bûn. Li vir pankarta "Li Nisêbînê ji qatlîamê re bibêje na!" û dowîzên "Gelê Nisêbînê ne tenê ye" "Hurşît li kû ye" hatin hilgirtin û dirûşmeya "Li ber xwe bide Nisêbîn Stenbol bi te re ye" hatin berzkirin.

Piştî daxuyaniyê dema gel dirûşmeya "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" berz kirin, polîsan bi ava şid êrîşî gel kir. Li ser êrîşê gel li kolanan belav bû. Ciwanê bi navê Denîz Fîdan jî bi derbkirinê hate binçavkirin.

Welatiyên ku êrîşa polîsan dîtin, bi gotina "Li vî welatî demokrasî qediya, li kolanan bi lêdanê binçav dikin" nerazîbûn nîşan dan.

...