Xwepêşandêr kom bi kom li herêmên Nexweşxaneya Nimûne, Bûlwara Ataturk, Parka Ciwanan û Hîpodromê li hev civiyan, lê bi rengekî hevdemî polîsan êrîşî xwepêşandêran kirin û gelek ji wan binçav kirin. Ji ber êrîşa bi fîşekên plastîk, bombeyên gazê û ava şid, gelek xwepêşandêr birîndar bûn. Xwepêşandêran ji ber êrîşa polîsan xwe berdan nava kolanan. Şerê navbera polîsan û xwepêşandêran li nava kolanan dewam dike.
Di vê navberê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hin parlamenterên HDP'yî jî bûn hedefa êrîşa polîasn. Koma HDP'ê û beşek ji çalakgeran li ber bendên polîsan li hev dicivin.
Tevî êrîşa tund a polîsan jî xwepêşandêran xwe venekişandin û ji nû ve hewl didin bikevin qadê. Li herêma Garê, hema hema li her nuqteyê rewş aloz e û şer diqewime.