Polisan di merasima cenazeyan de kesekî din birîndar kirin

Polisan di merasima cenazeyan de kesekî din birîndar kirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr (35) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) polîsan dîsa bi çekan mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de ketober gule berdan hewayê. Di mudaxaleyê de Mustafa Topçu (31) ji serê xwe ve bi girani birîndar bû. Topçu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Duh li Geverê ya Colemêrgê koma ku êrîşa li dijî gorên gerîlayên HPG'ê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di mudaxaleya polîsan a bi çekdarî de welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr (35) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Duh cenazeyên wan şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê. Duh nûnerên saziya Tipa Edlî, Baroya Wanê û Dozgerê Komarê yê Wanê Ahmet Salîh Bîlge lêkolîn kir. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlir, bi çekên giran jiyana xwe ji dest dane. Piştî rapora otopsiyê cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr bi karwanekî mezin şandin Geverê. Cenazeyê Geverê ji aliye hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
Cenaze li ser kolana Cengiz Topelê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Polîsan li vir mudaxaleyî girsê kir û pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de Welatiyê bi navê Mustafa Topçu ê 31 salî ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Di merasimê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel parlamenterên BDP'ê jî amade bûn. Girseya ku piştî cenaze ji Mizgeftê girtin darbest danîn ser milê xwe û meşiyan Goristana Bajirgeyê.
Piştî girsê li Goristana Bajirgê defin kir Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş axaftin kir. Pişti axaftinê girsê dîsa ber bi navçeyê ve meş pêkanî. Di meşê de polîsan dîsa mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kirin. Di mudaxaleyê de welatiyê 31 sali Mustafa Topçu ji serê xwe birîndar bû. Topçu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

LI 16 NAVENDA 10 HEZARAN KUŞTINA 2 WELATIYAN ŞERMEZAR KIR

 Piştî duh li Navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan welatiyê 32 salî Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî yê 34 salî Veysel Îşbîlîr kuştin, li Colemêrg, Mûş, Îdir, Gimgim, Erdîş, Elbak, Şemzînan, Çelê, Kop, Sîlopî, Enqere, Şîrvan, Sêrt, Stenbol, Mêrdîn û Şirnexê çalakiyen şermezarkirinê hatin lidarxistin. Bi 10 hezaran kes li 16 navendan kom bûn û bi daxuyaniyê kuştina 2 welatiyan şermezar kir. Di çalakiyê de kesên tev li daxuyaniyan bûn û komkujiyê şermezar kirin, diyar kirin ku hikûmet dixwaze pêvajoyê xelas bikin. Qetilkirina 2 kesan wekî berdewama komkujiya Roboskiyê bi nav kirin. 


Duh li taxa Ormanê ya Geverê girseya ku êrîşa li dijî gorên gerîlayên HPG'ê şermezar kirin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di bûyerê de welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr (32) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) jiyana xwe ji dest dan. Piştî cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji vir jî cenaze ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Îro cenaze ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Bajirgê hat definkirni. Li aliyê din li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Li Colemêrg, Mûş, Îdir, Gimgim, Erdîş, Stenbol, Elbak, Şemzînan, Çelê, Kop, Sîlopî Şîrvan, Sêrt, Mêrdîn, Şirnexê û gelek navendên din daxuyanî hatin dayîn û kuştina 2 welatiyan a ji aliyê polisan ve hat şermezarkirin. Girseyên ku li ber avahiyên BDP'ê û qadên bajar û navçeyan kom bûn bi daxuyaniyan bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyan de Dayikên Aştiyê, rêveberên BDP, KESK, ÎHD, TUHAD-DER, MEYA-DER, YEŞİL-DER, MED-DER û gelek saziyên din amade bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê, pankart hatin vekirin. Girsê di çalakiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Geverê", "Bê Serok jîyan na be" Qatil AKP", "PKK intikam" û "Şehît namirin" gotin. Di çalakiyan de piştî meş û xwepêşandanan daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de helwesta AKP'ê hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku hikûmeta ku aştî û çareseriyê naxwaze polîtîkayên înkar û îmhayê bi kuştinê berdewam dike. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku kuştina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr berdewama komkujiya Roboskiyê ye û dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. 

Di çalakiyan de polîsan bi maşîneyên zirxî kom dorpêç kirin. Komên ku çalakî pêk anîn piştî daxuyaniyê demekê çalakiyên rûniştinê pêk anîn û piştre belav bûn.