Polîsan destûr neda meşa HDK’ê
Polîsan destûr neda meşa HDK’ê
Polîsan destûr neda meşa HDK’ê
Meclisa HDK'ê ya Enqereyê bi boneya komkujiya li Rojava şermezar bike xwest li ber sefareta DYA'ê meşekê pêk bîne. Lê polîsan destûr neda meşê.
Meclisa Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK)'ê ya Enqereyê bi boneya piştgiriyê bide gelê Rojava û komkujiya li ser gel şermezar bike xwest li ber sefaretxaneya Dewletên Yekebûyî ên Amerîkayê (DYA) ya Enqereyê meşekê pêk bîne. Girseya ku li Kolana Yukselê kom bûn, bi pankarta "Ji polîtîkayên qetilkirin, şer, talankarî û înkarê re na" xwestin heta sefareta DYA ya li Enqereyê bimeşin. Girseyê di çalakiyê de bê navber siloganên "Gelê Rojava ne bi tenê ye" û "AKP destê xwe ji Rojava vekişîne" û "Bîji Berxwedana YPG" qîr kir. Polîsan rêya girseyê li kolana Meşrutiyetê qut kir û destûr neda girse bimeşe. Piştî polîsan rê birî û sile li çalakgerekî da, di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Girseyê bi silogana "Qatil AKP" helwesta polîsan şermezar kir.
Li kolana Meşrûtiyetê HDK'ê daxuyanî da. Li ser navê girseyê Bahadir Demîrcan, daxuyanî xwend û bang li hemû welatên cîhanê kir û xwest li hemberî komkujiya li Rojava bêdeng nemînin. Demîrcan anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê alîkariyê dide çeteyan û dibe şirîkê komkujiyê. Demîrcan da zanîn ku, hikûmet li hemberî gelê Kurd helwestek nijadî nîşan dide û dixwaze hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune bihesibîne. Demîrcan destnîşan kir ku, ew dê wekî HDK'ê her tim li dijî lîstikên qirêj raweste û destûr nade van lîstikan.
Girseyê piştî daxuyaniyê siloganên "Bîji Berxwedana YPG" û qîr kir heta Kolana Yukselê meşiyan.