Polîsan daxwaza zimanê zikmakî li Şirnexê asteng kir

Polîsan daxwaza zimanê zikmakî li Şirnexê asteng kir

Welatiyên Şirnexê xwest di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de bi daxwaza zimanê zikmakî li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê kom bibin û daxwaznameyan bidin. Welatî rastî astengiya polîsan hatin.

Di pêşengiya KURDÎ-DER'ê ya Şirnexê de welatiyên ku li Kolana Komarê kom bûn û xwestin bi daxwaza Perwerdehiya Zimanê Zikmakî daxwaznameyan bidin Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê rastî astengiya polîsan hatin. Berî welatî daxwaznameyên xwe teslîmî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê bikin, li Kolana Komarê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê, ÎHD û Komeleya Jinan a Zilanê, xebatkarên Navenda Çanda Cudî (CKM) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Komê pişti li Kolana Komarê daxuyanî dan çapemeniyê bi boneya daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî bînin ziman xwestin bimeşin Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê. Girseya ku dest bi meşê kirin rastî astengiya polisan hat. Polîsên ku rê li pêş girsê girt, destûr neda ku girse bimeşe Midûriyeta Perwerdehiyê. Piştî astengiya polîsan komê çalakiya rûniştinê pêk anî. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Şirnexê Abdullah Deniz jî di navde heyeta ji 6 kesan pêk dihat daxwaznameyên kom kiribûn birin teslîmî Midûrê Perwerdehiya Bajar a Şirnexê Yuksel Arslan kirin. Arslan, ku daxwazname qebûl kirin, diyar kir ku tiştek ji destê wî nayê û ew dê van daxwazan ji Wezareta Midûriyetê re bişîne.