Polîsan cenazeyê Gokçek revandin -NÛ BÛ
Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Polîs ketin Cemxaneyê û cenaze revandin.
Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Polîs ketin Cemxaneyê û cenaze revandin.
Gokçek piştî ku di roja 323'an de navber da rojiya mirinê, li nexweşxaneyê di 7'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û birin Cemxaneya Gazî. Polîsên Tirk beriya ku cenazeyê Gokçek bişînin warê wî Kayseriyê dor li taxa Gazî girtin.
Li pêşiya Cemxaneyê TOMA hate bicihkirin û rêyên li derdorê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Danê sibehê ji bilî komeke biçûk û hin endamên çapemeniyê destûr ji kesî re nehate dayin ku bikevin cemxaneyê.
Piştî ku cenaze hate radestkirin komê xwest bimeşe, lê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Polîsan her wiha êriş birin ser komên li kolanên derdorê û endamên Grûp Yorûm Eren Erdem û Dîlan Poyraz jî di nav de gelek kes destgîr kirin.
Kesên ku doh bi şev li Cemxaneyê bûn û malbata Gokçek xwestin li nava cemxaneyê merasîmê pêk bînin, lê destûr nedan wan.
Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin.
Kesên ku bû hedefa êrişê xwe li cemxaneyê girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat û Îdrîs Sayilgan, edîtorê ETHA'yê Serdal Işik û ji rojnameya Ozgur Gelecek Metîn Ozken jî di nava wan mirovan de ku li cemxaneyê asê man.
Polîsên ku êrişên xwe dewam kirin hewl dan deriyan bişikînin. Polîs bi bombeyên gazê ketin hundir û cenazeyê Gokçek birin. Nayê zanîn ku cenaze bi ku ve birine. Girseya gel a li Cemxaneyê karîbû derkeve derve.
CEMXANE SER Û BIN KIRIN
Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, polîsan derî û camên cemxaneyê şikandin. Ji ber bombeyên gazê kes nikare li hundirê cemxaneyê bimînin. Hate ragihandin ku deriyê morxê û camên wê jî hatine şikandin. Ji ber bombeyên gazê ciwanekî bi navê Berkay Karagoz ê nexweşê astimê ye krîza dil derbas kir. Karagoz rakirin nexweşxaneyê. Polîsan parêzereke bi navê Dîdem Baydraunsal destgîr kirin. Bexçeyê Cemxaneyê ji ber bikaranîna bombeyên gazê welê lê hatiye ku bêhn lê nikare bê standin.