Polîsan cenazeyê Gokçek dorpêç kirin; 10 kes jî destgîr kirin
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku ji bo dawî li zexta dewletê bê anîn kete rojiya mirinê û di roja 323'an a çalakiyê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakirin Cemxaneya Gaziyê. Cenazeyê Gokçek ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.