Polîsan bi fîşekan û bombeyên gazê êriş birin ser merasîma Gokçek

Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Ji ber êrişê gelek kes hatin destgîrkirin.

Gokçek piştî ku di roja 323'an de navber da rojiya mirinê, li nexweşxaneyê di 7'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û birin Cemxaneya Gazî. Polîsên Tirk beriya ku cenazeyê Gokçek bişînin warê wî Kayseriyê dor li taxa Gazî girtin.

Li pêşiya Cemxaneyê TOMA hate bicihkirin û rêyên li derdorê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Danê sibehê ji bilî komeke biçûk û hin endamên çapemeniyê destûr ji kesî re nehate dayin ku bikevin cemxaneyê.

Piştî ku cenaze hate radestkirin komê xwest bimeşe, lê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Polîsan her wiha êriş birin ser komên li kolanên derdorê û endamên Grûp Yorûm Eren Erdem û Dîlan Poyraz jî di nav de gelek kes destgîr kirin.

Kesên ku doh bi şev li Cemxaneyê bûn û malbata Gokçek xwestin li nava cemxaneyê merasîmê pêk bînin, lê destûr nedan wan.

Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin.

Kesên ku bû hedefa êrişê xwe li cemxaneyê girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat û Îdrîs Sayilgan û edîtorê ETHA'yê Serdal Işik jî di nava wan mirovan de ku li cemxaneyê asê mane.

Polîs êrişên xwe didomînin û ji bo bikevin hundir hewl didin deriyan bişikînin.