Polîsan 8 kes li Edeneyê binçav kirin

Li Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan û 8 kes kirin binçavan. 

Li navçeyên Seyhan û Yuregir ên Edeneyê polîsan hemwext di ser gelek malan de girtin. Berî polîs di ser malan de bigrin, bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û di dema lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin. Piştî lêgerîna malan polîsan 8 kes kirin binçavan. Kesên hatin binçav kirin, destpêkê ji bo kontrola tendirûstiyê birin nexweşxanê û dûre jî birin Midûriyeta polîsan a bajêr.