Polîs, sîxurtiyê fermî dike!
Polîs, sîxurtiyê fermî dike!
Polîs, sîxurtiyê fermî dike!
Li Tirkiyeya ku wek dewleta Polîs tê terîfkirin pêkanîneke nû destpê kir. Wê polîs sîxurtiyê fermî bike, lewma projeya “Nuqteya Îxbarê ya Polîsê hemsir” dide destpêkirin. Bi vî awayî wê her kesî teşwîqî “Hemwelatiyê Polîs”bikin.
Serokatiya Daîreya Asayîşê ya Muduriyeta Giştî ya Emniyetê projeya bi navê “Nuqteya Îxbarê ya Polîsê hemsir” amade dike.
Li gorî projeyê, li kolan û taxên ku polîs guncav bibîne wê “qutiyên îxbarê” yên nivîskî û bi deng werin bicihkirin.
Tê destnîşankirin ku ev projeya tê îdiakirin wê îxbar veşartî bimînin, di demeke kurt de bikeve meriyetê.