Polîs kuşt, dozger got; ne hewce ye were şopandin
Dozgerê Komarê yê Amedê, der barê dosya Abdulkadîr Çakmak ê 17 salî de, ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin biryar da, ku neyê şopandin.
Dozgerê Komarê yê Amedê, der barê dosya Abdulkadîr Çakmak ê 17 salî de, ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin biryar da, ku neyê şopandin.
Dozgerê Komarê yê Amedê, der barê dosya Abdulkadîr Çakmak ê 17 salî de, ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin biryar da, ku neyê şopandin.
Di 17'ê Kanûna 2014'an de li navçeya Amed Sûrê, polîsan ciwanê bi nav Abdulkadîr Çakmak qetil kirin û di rapora wî ya otopsiyê de jî birîna 4 guleyan hatibû tesbîtkirin. Dozgerê Komarê yê Amedê têkildarî dosyayê lêpirsînê vekir û 2. Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê weke dosyayên din di 25'ê Kanûna 2014'an de biryara veşartinê da. Der barê dosyayê de ti lêpirsînên bi hêz nehatin kirin û Dozgerê Komarê yê Amedê îfadeyên şahidên nepen ên bi navên "Kahraman 2015 û (Dolunay 2014) ên di destê kesekî rûpêş ên di destê wî de çek heyî û tê gotin Çakmak e û dîmenên polîsan ên gulebaranê esas girtin û der barê polîsên gumanbar de biryara bêşopandinê da.
DOZGERIYÊ NEXWEST POLÎS BÊN DARIZANDIN
Di biryara bêşopandinê ya Dozgerê Komarê yê Amedê ya der barê Çakmak de wiha tê gotin: "Berî bûyerên bi mirina Abdulkadîr Çakmak bi encambûn rêxistinê li ser sîteyên înternetê bangên rêxistînî kirin û li ser van bangan li tevahî Amed û di bûyera Abdulkadîr Çakmak mirî de li hemberî hêzên ewlehiyê êrîşên çekdar, molotof kokteylî, bi kevir, êrîşên bombeyên destan, rê bi lastîkên şewitî girtin, li hemberî saziyên cemaweriyê êrîşên bi kevir, têkildarî bûyera Abdulkadîr Çakmak îfadeyên şahidên nepen ên Kahraman 2015 û Dolunay 2014, dîmenên kamareya helîkoptera polîsan ên di dema bûyerê de, dîmenên ayîdî kameraya termal a wesayîta zirxî ya li cihê bûyerê, raporên lêkolîna cihê bûyerê û îfade dema hemû li gorî mevzuatên zagonî nirxandin polîsan li gorî madeya 10'an a Zagona Wezîfe û Selahiyetên Polîsan û madeyên 24 û 25'an ên TCK'ê tevgeriyan û ti tiştên dijzagonî tinene û ji ber vê yekê der barê polîsê bi numreya sîcîl a 325072 pêwîstî pê tineye lêpirsîn bê kirin."
Parêzerê malbata Çakmak Muhterem Suren nerazîbûn nîşanî biryara dozgeriyê da û got ku ev biryar nayê qebûlkirin. Suren anî ziman ku Serdozgerê Komarê yê Amedê di dosyaya Çakmak de lêkolîna hiqûqî nekir û biryara bêşopandinê ji rastiyan dûr e û wiha got: "Di biryarê de tenê îfadeyên şahidên nepen û îfadeyên polîsan esas girtin û ev yek jî li dijî hiqûqa gerdûnî û rêgeza bêalîbûnê ye."
Suren da zanîn ku dozgerê lêpirsînê li cihê bûyerê lêkolîn nekirin û wiha axivî: "Mînakên xwînê yên li cihê bûyerê yên tê îdîakirin ayîdî Abdulkadîr Çakmak in û bi mînakên wî yên din re li hev neanîn, qalikên guleyan ên li cihê bûyerê nehatin komkirin û nehatin lêkolînkirin. Ev delîlên lêpirsînê yên bi hêz nehatin lêkolînkirin."
Suren anî ziman ku ew pêşiya dosyayê bernadin û îtîraz kirin eger tiştek dernekeve wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û li wir jî tiştek dernekeve wê dosyayê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.