Platforma Olên Mezopotamyayê: Êdî bes e, bibin yek!
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser rûdana Zinî Wertê û diyar kir, "Divê li ti deverê xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin" û doza yekîtiya neteweyî kirin.
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser rûdana Zinî Wertê û diyar kir, "Divê li ti deverê xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin" û doza yekîtiya neteweyî kirin.
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser rûdana Zînî Wertê û got, ''Ne li Zînê Wertê, ne li deverekî dîtir, pêwîst e teqez xwîna Kurdan bi destên Kurdan neyê rijandin”. Em oldarên Kurdîstanê, dibêjin; êdî bes e! Me êş kişand, bes em bimirin, bes em penaber bibin!''
Platformê her wiha got, ''Yekîtî daxwaza Xwedê ye, parçebûn daxwaza neyaran e!''
Daxuyaniya Olên Mezopotamyayê wiha ye:
'NEYARÊN ME NABÊJIN EV KURMANC, KIRD, SORAN, GORAN MISILMAN, ÊZÎDÎ, ELEWÎ YE'
''Gelê Kurd ê Qehreman!
Em bi salane ji bo azadiya welatê xwe, li dijî neyarên hov berxwe didin.
Me li çar parçeyê axa xwe, bi sedhezaran cangorî dan. Neyarên me hemû cûreyên zilm û zordariyê li ser me pêkanîn û hê jî pêktînin; kuştin, zîndanî kirin, sêdarê xistin, parçekirina laşê me, xirakirina mezelên me, îşkence, talan, tecawiz, şewitandina mal û samanên me, xirakirina bajar û gundên me, dest avêtina dayik, xuşk û hevjînên me. Divê ev tucaran neyên jibîrkirin û mafê tu Kurdekî tuneye di vê de xafil bibe.
Dema neyarên me; di serî de dewleta Tirk, Iraq, Suriye û Îranê me dikujin û sosretan tînin serê me, nabêjin; ev Kurmanc in, Kird in, Lor in, Kelhor in, Soran anjî Goran in.
Heman demêde nabêjin: Ev Misilman e, Êzidî ye, Yarsan e, Ehlî heq e, Feylîye an jî Elewî ye.
Ji ber wê, divê em wek milletekî qehreman ku rêxistinekî wek DAÎŞ ê têk biriye, em bihizirin û li dijî neyarên xwe, em bibin yek deng û yek kulm.
'HEMÛ DIJMINÊ GELÊ ME BÛNE YEK'
Gelekî weke gelê me, xwedan çand û dîrokekî kevnare û bingehîn e, pêwist e ji kiryarên neyarên xwe, em ji xwere ders û tecrûbeyan derxînin. Me dît, di dema referandûmê de li ser Kurdan, hemû dijminên gelê me, li dijî me bûn yek deng û bi hevre êrîşî me kirin. Kerkûk, Mûsil Xaniqîn û Şingal ji dest me derxistin, gelê me qetil kirin û penaber kirin. Me dît li Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê jî heman tişt liser gelê me pêk anîn.
'NEYARÊN ME DIXWAZIN FITNÊ BIKIN NAV ME'
Niha carekî din, neyarên me dixwazin, di nav me de fitnê û fesadiyê çêbikin. Pêwiste em bi miletî bi yek dengî, li dijî vê fîtnê hişyar bin, li dijî leyistikên qirêj û gemar derkevin, berovajî vê fîtnê, yekîtiyekî mayînde bi cîh bikin. Dem ji me hemûyan dixwaze û fermanê li me dike, em hemû bi hevre li dijî vê fesadî û finê derkevin. Pêwîste em yekrêziya xwe xurt bikin. Ev, fermana dîrok û demê ye, divê tu rêxistinek û kesayetekî Kurd vê fermanê paşguh nekin. Kî di bin bandora neyarên milletê me de bimîne û şaşiya dîrokî bike, ne xwedê, ne gel, ne jî dîrok ew ê wî bi bexşe û di encamê de ew ê were ruswa kirin.
'KURDISTAN YEK E, KURD YEK MILET E'
Me gellekî êş û azarên mezin kişandin. Em dibêjin, “ne li Zînê Wertê, ne li deverekî dîtir, pêwîst e teqez xwîna Kurdan bi destên Kurdan neyê rijandin”. Em oldarên Kurdîstanê, dibêjin; êdî bes e! Me êş kişand, bes em bimirin, bes em penaber bibin! Werin, em hemû bi hev re li dijî leystikên neyarên xwe derkevin. Em bang li hemû aliyan dikin û dibêjin “Kurdistan yek e, Kurd yek Millet e, Kurdan bi hemû rengên xwe ve yekîtî ava kirine. Werin, em hemû ked û eqlê xwe li ser azadiya gelê xwe bikar bînin."