Platforma Aştî û Demokrasiyê: Di 1’ê Îlonê de em li Kadikoy bên cem hev

Platforma Aştî û Demokrasiyê: Di 1’ê Îlonê de em li Kadikoy bên cem hev

Platforma Aştî û Demokrasiyê ya DÎSK, KESK, BDP, HDK û saziyên sivîl jî di nav de, diyar kirin ku dê 1’ê îlonê li Kadikoy ya Stenbolê pîroz bikin û bang li hemû gelan kir ku ji bo piştgiriyê bidin aştiyê bila tevli şahiyê bibin.

Platforma Aştî û Demokrasiyê bi nêzîkbûna 1’ê Îlonê re li Odeya Endezyarên Makîneyê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di civînê de endamê Lijneya Rêveberiya HDK’ê Gencay Gursoy, sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, hevseroka BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar, serokê Odeya Tabîban a Tirk Prof Dr. Taner Goren û berdevkê demî yê Platforma Stenbolê ya KESK’ê Sabrettîn Guler tevli bû.

Gençay Gursoy metna hevpar xwend û der barê dîroka 1’ê îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê de agahî da û got: “1’ê Îlonê roja ji xwînrijandinê re êdî bes e ye. Bila di 1’ê îlonê de hesabê Roboskê bêpirsîn. Hesabê  Reyhanli bê pirsîn, bila pêvajoya serkeftina gelê Rojava nexetime, bila şerê li Sûriyeyê bi dawî be, ji darbekarên Misrê re bêjin êdî bes e, komkujî êdî bi dawî bin.

BILA JI GEZÎ HETA ROJAVA AŞTÎ DENG BIDE

Gursoy da zanîn ku 1’ê îlonê roja anîna ziman a daxwazane û roja ku riya aştî di demokratîkbûn û muzakereyê de derbas dibe ye û got: “Di 1’ê îlonê de ji dengê me dê ji Edîrneyê heta Colemêrgê ji Geziyê heta Rojava dê deng bide. Em hemû gelê xwe vexwendiyê qada Kadikoy dikin.

Serokê Odeya Tabîban a Tirk a Stenbolê Taner Goren jî anî ziman ku  îro got mirovekî bi tendurist ancax bi civakek tendurist, baş be û got ew jî bi vê daxwazê di platformê de cih digirin û banga tevlibûnê dikin.

Hevseroka BDP’ê ya Stenbolê Arîfe Çinar jî balkişand ser geşedanên Rojhilata Navîn û got mixabin di demeke wisa de 1’ê îlonê pêşwazî dikin û got bila hemû gelê me ji bo piştgiriyê bidin aştiyê tevli mîtîngê bibin.

Sekretara DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu jî  bang li hemû kesî kir ku tevli mîtînga Stenbolê bibin. Berdevkê demî yê KESK’ê yê Stenbolê Sabretîn Guler jî axivî û banga tevlibûnê kir.

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.