Platforma Êdî Bese: Em ê dakevin qadan û xwedî li Efrînê derkevin

"Platforma Êdî Bes e" diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina Efrînê xwe ji nava krîz û kaosê derxîne û got, "Em ê dakevin qadan û xwedî li Efrînê derkevin."

Pêkhateyên "Platforma Êdî Bes e" li ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'ZEXT Û ZILM GIRAN BÛ'

Di daxuyaniyê de hat ragihand, dewleta Tirk a ku dîroka xwe bi komkujiyan tijî ye, zext û zilma dike giran kiriye û girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên DBP'yî, derxistina bi hezaran mirovan ji kar û kiryarên bi biryarnameyan tên kirin, hatin bibîrxistin.

'BI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DIXWAZIN XWE JI NAVA KRÎZ Û KAOSÊ DERXÎNIN'

Platformê diyar kir ku Tirkiye ya ketiye nava krîz û kaosê, bi tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya bi serkêşiya dîktatorê dewlet Tirk Erdogan re veguheriye zindanê û got, "Welê lê hatiye ku sîstem krîza ku afirandiye nikare çareser bike."

Di dewam daxuyaniyê de hat ragihandin, tifaqa AKP-MHP dixwaze bi pûçkirina mekanîzmayên qanûndanîn û dadgeriyê pûç bikin û Tirkiyeyê bi rêveberiya rewşa awarte bi rê ve bibin.

Platforma Êdî Bes e destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan bin pê kirine û da zanîn, dewleta Tirk ji bo xwe ji nava krîz û kaosê derxîne, dagirkirina Efrînê xistiye rojeva xwe.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya dewleta Tirk a li hundir di nava krîzeke kûr de ye, ji bo vê kaosê taloq an jî dereng bixîne, dixwaze berê civakê bide derewên hêzên derve, xeteriyên derve û dijminên derve. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tevî alîgirên xwe, polîtîkaya dijminatiya li Kurdan derxistiye asta herî bilind. Niha jî destketî û têkoşîna bi rûmet a lehengên ku li Rojava gelê Kurd û hemû gelên din diparêzin, kirine hedef."

'DIVÊ EM HETA DAWIYÊ XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Platformê ragihand ku AKP a xwedî mejiyê serdema navîn û tifaqa wê ya faşîst MHP, bi rojeva dagirkirina Efrînê re dixwazin civakê bikin hevparê vî gunehê xwe û wiha dewam kir:

"Divê em zanibin ku li ber me pêvajoyeke nû heye. Ev pêvajoya bi gotinên dagirkirina Efrînê hatiye destpêkirin û bi pêkanînên faşîzan didome. Di têkoşîna dijî van pêkanînên faşîzan de berpirsyarî dikeve ser milê me şoreşger, demokrat, alîgirên wekhevî, azadî, nasnameyên cuda û komên baweriyan.

Divê were zanîn, li dijî hewldaneke gengaz a dagirkirinê wê eniyeke şoreşê, eniyeke berxwedanê biafire. Encamên êrîşeke bi vî rengî wê giran be. Ji ber vê yekê rabûna li ber her hewldaneke li dijî Efrînê, tê wateya parastina aştiya navbera gelan. Em careke din radigihînin ku em li dijî her şêwe hewldanên dagirkeriyê, zilm û zordariyê ne, em bi gelê Kurd re ne, rizgariya me bi hev re ye û li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê em ê dakevin qadan û heta dawiyê xwedî li Efrînê derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, demokrat, şoreşger û enternasyonalîstan hate kirin ku piştevaniyê xurt bikin.