PKK: Mandela dê li Kurdistanê bê jiyandin

PKK: Mandela dê li Kurdistanê bê jiyandin

Komîteya Rêveber a PKK’ê berê wefata lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela de  daxuyaniyek da û diyar kir ku rêgezên demokrasiyê yên radîkal a rastîn ku Mandela temsîl dike dê li Kurdistanê bi kurahî bên jiyandin.

PKK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim diyar dikir ku têkoşîna gelê başûrê Afrîkayê û kesayeta Nelson Mandela nêzî xwe dibîne.

PKK’ê di peyama xwe de wiha got: “Gelê Başûrê Afrîkayê yek ji şervanên xwe yê herî mezin wenda kiriye û gelê kurd jî dostê xwe wenda kiriye.  Em ji gelê Başûrê Afrîkayê û hemû mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din dibêjin ku dê  rêgezên demokrasiyê yên radîkal a rastîn ku Mandela temsîl dike dê li Kurdistanê bi kurahî bên jiyandin.

Nelson Mandela şoreşgerê herî mezin yên sedsala bîstan bû. Hemû jiyana xwe da têkoşîn azadî û demokrasiyê.  Bi rêbazên xwe yên têkoşînê re darbeya  mirinê li pergala modernîteya kapîtalîst da. Bi qasî ku li derve têkoşîn meşand, li zindanê jî bû çavkaniya îlhamê. Netewa demokratîk a Başûrê Afrîkayê afirand û  nîşanê her kesî da ku di nava pergala demokratîk de jiyaneke azad û wekhev çawa tê jiyîn.

Nelson Mandela dostê hemû gelan û gelê kurd bû. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Başûrê Afrîkayê meşand, her tim ji gelê kurd re bû çavkaniya îlhamê.  Têkoşîna xwe li derve û zindanan meşand û heta îro anî.

Em careke din dostê xwe û hevalê xwe yê têkoşînê Nelson Mandela bibîrtînin û diyar dikin ku dê feraseta wî ya netew demokratîkbûnê dê li Kurdistanê bikin jiyanê.