Piştî salên dûr û dirêj dîsa li Kobanê ye

Piştî salên dûr û dirêj dîsa li Kobanê ye

Zîndan Bakur ê di salên 80'yî de bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê re çû Kobanê, piştî salên dûr û dirêj vê carê ji bo parastina Rojava li Kobanê ye.

Yek ji kesên tevlî seferberiya parastina Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bûye, Zîndan Bakur e ku ji girtîgehê fîrar kir û tevlî refên YPG'ê bûye.

Zîndan Bakur ê di salên 80'yî de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, di wan salan de bi yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Kemal Pîr re demekê li Kobanê ma. Bakur piştre hat girtin û ji zîndana Amedê ya lê dihat ragirtin fîrar kir. Di destpêka salên 90'î de ji nû ve hat girtin û careke din fîrar kir. Zîndan bakur herî dawî di sala 2000'î de hat girtin. Bakur vê carê jî ji girtîgeha Semsûrê ya lê dihat ragirtin di meha Tebaxa 2014'an de fîrar kir û berê xwe da Kobanê yek ji cihên destpêkê yê destpêkirina têkoşîna wî.

Li dû salên dûr û dirêj ên dîlgirtinê Bakur hestên xwe yên di dema hatina Kobanê de bi van gotinan tîne ziman; "Rasthatina li xaka welatê azad ê ku bi salan xewn û xeyala min bû, hesteke muhteşem e." Bakur destnîşan dike ku wî biryara fîrara ji girtîgehê, li ser destpêkirina êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê wergirtiye û diyar dike ku ew ê ji bo azadiyê heta dawiyê li ber xwe bide.

Zîndan Bakur tîne ziman ku wî yekemcar têkoşîna azadiyê ya Kurd, bi axaftineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di dawiya salên 70'yî ya li Serêkaniyê de nas kiriye û bi van gotinan behsa wê demê dike: "Hevalê Abdulkadîr Tapti di sala 1979'an de li Amedê ji aliyê faşîstên bi piştgiriya dewletê ve hat qetilkirin. Cenazeyê heval anîn Serêkaniyê. Rêber Apo jî beşdarî merasîma cenaze bû û axaftinek kir. Axaftina Rêber Apo bandoreke mezin li min kir. Hînê 14 salî bûm."

Bakur piştî 2 salan cihê xwe di nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girt û di dawiya sala 1981'ê de bi yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Kemal Pîr re hat Kobanê. Dema vegeriya Bakur, di dawiya sala 1982'an de hat girtin, li zîndana Amedê hat ragirtin û piştÎ demekê fîrar kir.

CAREKE DIN FÎRAR

Bakur anî ziman ku wî xebatên partiyê heta sala 1991'ê dewam kiriye, di sala 91'ê de careke din hatiye girtin û di nava heman salê de ji grtîgeha Metrîsê careke din fîrar kiriye. Bakur da xuyakirin ku piştî vê revê wî li derve têkoşînax we dewam kiriye, di Tebaxa sala 2000'î9 de careke din hatiye girtin,  14 salan li girtîgehên Samsûn, Aydin, Eskîşehîr û Odemîşê hatiye ragirtin û herî dawî ew anîne girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

Û CAREKE DIN KOBANÊ...

Zîndan Bakur piştî ew anîn girtîgah Semsûrê bûyerên qewimîn wiha anî ziman:

"Bi qasî 6 meh berê ez anîn girtîgeha Semsûrê. Girtîgeha Semsûrê girtîgeheke ku veguherandine girtîgeha Tîpa F. Girtîgehek xwedî ewlekariyeke bilind e. Li hemberî Kobanê êrîşa çeteyan destpê kir. Min ji çapemeniyê şopand, jinên îxtiyar jî rahiştin çekan û li dijî çeteyan li ber xwe dan. Vê yekê bandoreke mezin li min kir."

Bakur li ser vê yekê plana fîrara ji girtîgehê amade kir û di demeke kurt de bicih anî. Piştî du hefteyan Bakur di dema rakirina nexweşxaneyê de firsendek ji xwe re peyda kir, reviya û hat Kobanê.

Zîndan Bakur got, "Hevalên min li binê ala Kurdistanê nobed digirtin, wêneyê xewn û xeyalê min a welatê azad bû ku veguherî rastiyê" û niha li dijî êrîşên çeteyan di eniya şer de li ber xwe dide.