Piştî peymana Enqere-Bexda-PDK'ê herî kêm 9 sivîl hatin qetilkirin

Piştî Peymana Leşkerî ya navbera Enqere û Bexdayê ku bi hevkariya PDK'ê di 15'ê Tebaxê de hate mohrkirin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan zêde bûn.

Piştî peymanê di êrîşên dewleta Tirk de yên li ser Başûrê Kurdistanê herî kêm 9 sivîl hatin qetilkirin, 9 jî birîndar bûn.

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî sivîlan li qada neteweyî û navneteweyî bû sedema nerazîbûnan. Lê belê rayedarên Rêveberiya Herêmî û Iraqê xwe bêdeng kirin.

Ji 23'ê Tebaxê û vir ve di êrîşên dewleta Tirk de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi SÎHA yên Tirk a dagirker hatin qetilkirin.

Li Silêmaniye û Dihokê di êrîşan de jin û zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di 5'ê Îlonê de li Şarbajêr di êrîşê de 3 sivîl di hundirê wesayitekê de hatin qetilkirin.

Herî dawî 10'ê Îlonê li Mexmûrê li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê êrîş li ser malekê hate kirin û 3 jin birîndar bûn.

Ji 2023'an û vir ve di êrîşan de herî kêm 20 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek baregehên nû yên dagirkeriyê hatin avakirin, koçberî li sedan gundan hate ferzkirin. Bax û baxçeyên gundiyan hatin xerakirin û êrîş li ser binesaziya sivîlan hate kirin.