Piştî Astana û xaçepirsa Babê!
Tirkiye ji hêlekê ve Birayên Misilman û Nokerên Kurd digihîne hev, planên xwe yên li ser Rojava nû dike, li hêla din jî li şûna koma Sûltan Murad ku gemariya wê derkete holê Sultan Abdulhamît xurt dike.
Tirkiye ji hêlekê ve Birayên Misilman û Nokerên Kurd digihîne hev, planên xwe yên li ser Rojava nû dike, li hêla din jî li şûna koma Sûltan Murad ku gemariya wê derkete holê Sultan Abdulhamît xurt dike.
Di ser civîna Astana re hema bibêje heftiyek çû. Lê li Sûriyê zêde tiştek neguherî. Qaşo agirbest pêk hate û ev hate mîsogerkirin lê şer dîsa jî berdewam kir. Bombekirina Tirkiyê ya li Babê û derdorê ya bi ser sivîlan de berdewam kir; kavilkirina gund û bajaran didome. Bi nokerên Kurd ên ku birin Astana reşkirina Astana berdewam kir. Her wiha bê rawest hêza çete ya bi navê ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ xistin rojevê. Heke were pirsîn bê ka çi guherî, tenê tasfiyekirina çeteyên Tirk pêk hat. Ji ber ku dora tasfîyekirinê hate ser Nusra. Li Tirkiyê ji bo tasfîyekirina Nusra komên Birayên Misilman li Tirkiyê civiyan.
JI HEV CIHÊBÛNA KOMAN Û TASFÎYE
Plana tasfîyekirina Nusra ya piştî Helebê ku beriya civîna Astana dest pê kiribû, bi Astanayê re zelaltir bû. Ev pêvajoya piştî ku Rûsya û Tirkiyê li hev kirî dest pê kir, bi civînê re bêhtir beloq bû. Ji bo vê jî komên Birayên Misilman ên ku biribûn Astana, di nav xwe de eniyek çêkirin. Ev enî di bin navê Ehrar Şam de hatin rêxistin. Ceyş El Îslam, Mucahidinler, Sultan Murad, Sultan Abdulhamît, Fırkat El Hemze, Asîfet Şîmal, Zengî û gelek komên din di bin banê Feylak El Şam, Şarkiye de ku girêdayî Ehrar Şam bûn, civiyan. Ev komên ku hatin cem hev, li Idlîb, Halep û li qadên din li dijî Nusra şer ragihandin. Hin komên ku ji tevgerA Zengî û Ehrara Şam qut bûyin jî, ku serkêşiya wan Nusra û Cundul Aksa dikir wiha ne; Lîva El Hak, Cephet Ensar Dîn, Ceyş El Sune, Mucahadu Ejda, Ketibet ul Reşît, Keyatep El Sehaba, Ketîbet Kuvvet el Şuheda, Ketîbet Esved El Herb, El Meşayix, Abdullah El Mıheysni, Abdulrezak el Mehdi, Talha Ebu Şeib, Ebu Yekzan El Mısri, Ebu El Harıs Misrî, Mesleh El Elyanî, Ebu Tahir El Hamavi, Ebu Yusuf El Hamavî. Her wiha yên ku ji Zengî û Ehrara Şam qut bûn di nav xwe de eniyeke bi navê Tahrîr Şam pêk anîn û bi Nusra re tevgeriyan.
Bi vî awayî piştî ku enî zelal bûn li Ezaz, Idlîb, Akrabat, Atme, Anedan, Harîtan, Heyvanê eniyên ku bi mebesta hev tasfiyekirinê ava bûbûn dest bi şerê hev kirin. Şer li navenda Ezazê ev 3 roj in didome. Tenê ne li Ezazê, li derdora Idlîbê û Helebê Anedan, Heyvan, Harîtan kete destê însîyatîvê. Ev şer li Hama, Humusê jî dest pêk iriye. Hedefa vî şerê navxweyî ew e ku Nursa û komên pê re tasfîye bikin. Lê ji niha de zehmet e ku mirov bibêje kîjan wê tasfîye bibin.
TIRKIYÊ KOMÊN GIRÊDAYÎ XWE Û REJÎMÊ DÛR XISTIN
Birayên Misilman ên ku di kontrola Tirkiyê de ne komên xwe li ser dijberiya Nusra û Rojava kirin yek. Tenên ne komên Birayên Misilman, li gel van nokerên Kurd ên ku bi wan re tevdigerin jî tevî nav vê eniyê kirin. Î.Biro, H.Beşar, F. Alîko, Siyabend Hac oku ji lîsteya dewleta Tirk çûne Astana, bi wê armancê ku dixwaze ‘Pêşmergeyên Rojava’’ vejînin.Tirkiye jixwe di nav koma Sultan Murat de ev kom birêxistin kiriye. Bi ser de di demên dawiyê de, di êrîşên bi ser Eşrefiye de navên Azadî û Selahattîn dîsa tê zikir kirin. Bi vê re li dijî Bakurê Sûriyê û Rojava eniyeke nû hate avakirin. Ku dema Nusra hate tasfîyekirin, di demeke kurt de komên di bin banê Birayê Misilaman de ku ji hêla Tirkiyê ve hatine civandin û çeteyên wan ên nokerên Kurd wê berê xwe bidin Efrîn, Şehbayê.
KONTRA DI NAV SULTAN ABDULHAMÎT DE TÊNE BIRÊXISTIN
Tirkiye ji hêlekê ve Birayên Misilman û Nokerên Kurd digihîne hev, planên xwe yên li ser Rojava nû dike, li hêla dî jî li şûn Sultan Murad ku gemariya wê derkete holê Sultan Abdulhamît xurt dike. Li Tirkiyê kesên kontra yên ku berê li dijî Tevgera Azadiya Kurd hatin birêxistin, niha bi pereyekî zêde di nav Sultan Abdulhamît de kar dikin. Kontrayên li Izmît, Yalova, Stenbolê belav bûyin, bang li wan tê kirin ku mehê bi 5 hezar lîreyî li nav koma endamên MÎT’ê yên li Ezaz, Raî, Cerablûsê kar bikin. Li gorî agahiyên berdest heta niha bi sedan kes ji Yalova, Izmît, Stenbol, Izmîr, Dîlokê tevlî vê komê bûne.
Tê diyakirin ku komên ku Î.Biro, H. Beşar, F. Alîko, K. Azîzî, Siyabend Haco ‘pêşmergeyên me’’ dibêjin, di nav vê koma kontra a girêdayî MÎT’a Tirk de cih digirin. Dema ku mirov li wan mirovan ku dikin li ser serê wan deynin difkire ev agahî rast derdikevin. Tirkiye bi destê endamên MÎT’ê dixwaze van van kontrayên ku jê re ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ dibêjin bixin Rojava û Bakurê Sûriyê. Armanc ji vir yek jê ev e; şerekî navxweyî yê Kurd. Ya dî jî pereyan didin van û wan li dijî DAIŞ’ê didin şerkirin. Di du rewşan de jî tenê tiştek li benda van e; mirin. Ji ber ku li ser mirinê û kuştinê, bi pereyan ev têne rêxistin.
LI BABÊ LIHEVKIRINA BI REJÎMÊ RE?
Tirkiye bi hewldana dagirkirina Babê li Sûriyê û Rojava li binî da. Ji ber ku li Babê gelek windahî çêbû ku texmîna vê nedihate kirin. Di vê mijarê de gelek daxuyanî hatin dayin. Bi ser de weke li Cerablûs, Raî, Soran, Dabikê bûyî peyam hate şandin ku bi dest wan ve berdin. Lê rayedarên DAIŞ’ê bi dengên tomarkirî de, diyarkirin ku lihevkirina wan a bi Tirkiyê re di ber sînor re bû, piştî ku li Helebê pişta xwe da koman û berê xwe dane Babê hevkariya wan binpê kirine û ji bo vê jî heta ku yek ji wan jî bimîne wê li Babê li ber xwe bidin. Ji bo vê jî DAIŞ’ê li Babê li dijî Tirkan şer kir. Tirkiyê gelek windahî dan. Her roj ji Babê cenaze bi ser Tirkan de diçin. Heta niha gelek jê jin, zarok ,yixtiyar nêzî 300 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn. Tirkiye ji ber sedema van windahiyên ku dide niha ji gelek gund û bajarokan vedikişe. Tê gotin di van rojên dawî de heta bi Raiyê vekişiyaye, qada ku leşker û çeteyên xwe jê kişandiye bi dest rejîmê ve hiştiye. Lê ev teqez e; Rejîma Baas a Sûriyê ji bo ku armancên xwe pêk bîne, bi Tirkiyê re têkiliyekê deyne di ser Kurdan re wê polîtîkayekê bişopîne. Niha nayê zanîn bê ka Rejîma Bas stratejîk an jî taktîk nêz dibe. Bi demê re ev rewş wê zelaltir bibe.
ARTÊŞA TIRK HER ROJ WINDAHIYAN DIDE
Niha Tirkiyê hesab dike bê ka ew ê çawa ji Babê vekişe. Ji ber ku Bab ji Tirkiyê re hema bibêje bûye weke Sariqamişê. Hijmara miriyên xwe ji raya giştî vedişêre. Artêşa Tirk her roj li Bab û derdorê bi mirina leşkerên xwe şiyar dibe. Van rojên dawî jî gelek kes ji wan mirin. Lê heta niha nehatiye hişkerkirin. Di van 15 rojên dawî de berpirsê Sultan Murat Fehîm Îsa hate kuştin.Li şûna Îsa biraziyê wî Ismaîl Ereb hate danîn. Lê heta niha Tirkiyê behs nekiriye. Di van rojên dawî de derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wan ketin. Li gel Îsa tê gotin gelek serekên çeteyan hatine kuştin. Di rojên pêş de agahî wê zelaltir bibn. Lê di nav gel de gumaneke wiha heye û tê gotin gelo ev kes di şerê dijî DAIŞ’ê de hatin kuştin an Tirkiyê ev tasfîye kirin û ji holê hatin rakirin.