Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Pisporê Fransayî: Cîhana rojava di mijara modela Tirk de şaşî kir

Pisporê leşkerî yê Fransayê Hadrien Desuin diyar kir ku, ku artêşa ji aliyê Erdogan ve hat tesfiyekirin, vê carê bi AKP'ê re şerê dij bi Kurd daye destpêkirin. Li gorî Desuin tifaqet Îslamî-Kemalîst li holê heye.

Pisporê leşkerî yê Fransayê Hadrien Desuin diyar kir ku, ku artêşa ji aliyê Erdogan ve hat tesfiyekirin, vê carê bi AKP'ê re şerê dij bi Kurd daye destpêkirin. Li gorî Desuin tifaqet Îslamî-Kemalîst li holê heye.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Hadiren Desuin di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re têkiliyên navbera Tirkiye û cîhana Rojava, qewimînên li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand.

Der barê Sûriyeyê de gotinên herî tund îro ji Fransa û Tirkiyeyê bilind dibin. Fransayê bi awayekî vekirî piştgirî da herêma tampon. Tevî ku otorîtarîzma li Tirkiyeyê û desteka têkiliyên wê yên bi komên mîna DAIŞ'ê re, çima ev her du welat ewqasî nêzî hev in? Eger em bînin bîra xwe, di operasyonên KCK'ê yên 2009-2013'an de Fransayê destekek 'qewîn' dabû Erdogan.

Têkiliya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de gelekî baş nîne. Bel, rast e Françoîs Hollande (Serokkomar) piştî 22 salan bû yekemîn Serokkomarê Fransayê ku Enqere ziayret kir. Di dema Sarkozy (Serokkomarê berê) de têkilî nebaş bû. Bi Françoîs Hollande re ev navber ji holê hat rakirin. Niha berjewendiyên aboriyê yên dest jê neyên berdan, hene.

Û wekî din mijara modela Îslamî-demokrasî heye. Çepa Fransayê, hîn bêhtir eleqe nîşanî modeleke derbasbûnê ya li rejîma leşkerî û demokrasiya Îslamî tê, da. Fransayê û beşek ji medyayê, bi xweşbînî nêzî vê rejîma ket meriyetê bûn û dema pêvajoyeke aştiyê destpê kir, pirsgirêka Kurd danîn aliyekî. Di dema Danîelle Mîtterand û Bernard Koûchner de Fransa gelekî bi pirsgirêka Kurd ve hat girêdan. Tevî her tiştî di şerê li Sûriyeyê de Kurd hinekî ji bîr kirin.

Xaleke din a têkiliyên navbera Tirkiye û Fransayê aciz dike, pêvajoya navdar a namzetiya Yekîtiya Ewropayê ye. Fransa newêre ji Tirkiyeyê bêje ew li dijî vê ye û raya giştî ya Fransayê qebûl nake. Di rewşeke bi vî rengî de lîstikek dualî heye. Mîna ku ber bi endametiyê ve diçe dike, lê ji vê bawer nake.

ÎLANA ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê, HINCETA ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KURDAN BÛ

Tê zanîn ku Tirkiye di derbasbûna şervanên biyanî de deriyê bingehîn ê ber bi Sûriyê ve ye. Tevî vê yekê jî têkiliya xwe ya bi komên mîna DAIŞ'ê re, êdî ne mijareke nepenî ye. Cîhana rojava çima bi awayekî vekirî nerazîbûnê nîşan nade?

Em dikarin bêjin ku raya giştî ya Fransayê haya xwe bi têrkerî ji vê rewşê nîne. Nêzîkatiyeke mezin a medyayê heye ku têkiliya xumamî ya navbera Tirkiye û cîhadiyan de zirav dike, heye. Di vê rewşê de kêm be jî vekirina çavên medyayê, demeke dirêj dewam kir. Dema Tirkiyeyê di vê havînê de li hemberî DAIŞ'ê şer îlan kir, hemû organên medyayê, bêyî ku balê bikişînin ser daxuyaniyên nakok, mîna koroyekê zimanê dîplomatîk ên Tirk bi kar anîn. Lê di rastiyê de ev îlana şer, hincetek ji bo êrîşa li hemberî Kurdan bû.

DI NAVBERA AKP Û LEŞKERAN DE TIFAQEK ÇÊBÛ

Desthilatdariya AKP ku cîhana rojava bi salan weke modelekê pêşkêş kir, îro welat gihandiye ber şerekî navxweyî. Di vî warî de endîşe hene. Hûn vê rewşa li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Di mijara modela Tirk de cîhana rojava bi rastî jî xapiya. Di destpêkê de kesayetiya Erdogan baş nehat analîzkirin. Kesayetiya wî ya otorîter hat veşartin û weke demokratekî Rojavabûyî hat nîşandan. Ji bo bê fêmkirin ku ew serxoşekî desthilatdariyê ye, diviyabû li hemberî saziyên îdarî û medyayê operasyonên tund ên tesfiyeyê bimeşanda. Hin sembolên weke girtina rojnamevanan, avakirina qesra xwe û dubarekirina dema wezîfeya xwe hene. Lê belê îmaja Erdogan ev du sal in, yanî dema hewl da Destûra Bingehîn li gorî berjewendiyên xwe veguherîne sîstema serokatiyê, di asteke girîng de nebaş bû.

Şerê li Kobanê rê li ber haydarî, hişyarbûnekê vekir. Dema Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin û Tirkiyeyê ji bo alîkariyê bide Kurdan tiştek nekir, vê yekê rê li ber tevgerekê vekir. Raya giştî ya navneteweyî fêm kir ku karê sereke yê ji bo Erdogan, tinekirina pirsgirêka Kurd e. Piştî ku di navbera Kurdan û Erdogan de cihêbûnek hilbijartinê pêk hat, tifaqeke Îslamî-Kemalîst, yanî tifaqeke nû ya di navbera partiya Erdogan û leşkeran de xwe da der.

Artêşa ji aliyê Erdogan ve hat tesfiyekirin vê carê bi AKP'ê re dest bi şerekî dij bi Kurd kir. Li naverastê tifaqeke nû heye ku pêkane çend salên din dewam bike.

KRÎZA PENABERAN WÊ ÎMAJA ERDOGAN SERERAST NEKE

Welatên Rojavayî di ser krîza penaberan re bi Tirkiyeyê re ji nû ve bazariyê dikin. Halbûkî Tirkiye di vê krîzê de xwedî berpirsyariyeke giran e. Gelo krîza penaberiyê wê têra sererastkirina îmaja Erdogan bike? Rêveberên Ewropayî wê desteka ji bo vê rejîmê, bi çi rengî ji raya xwe ya giştî re vebêjin?

Raya giştî bi giranî bi polîtîkaya derve re eleqedar nîne, lê belê pirsgirêka penaberan raya giştî dixe nava fikaran. Bikarananîna pirsgirêka penaberan ji aliyê Erdogan ve weke şantajê li dijî Yekîtiya Ewropayê, li şûna sererastkirina îmajê, wê encameke berevajî bi xwe re bîne.

Lê belê qelsî û rewşa parçebûyî ya di nava meqamên Ewropa de, Tirkiyeyê ji vê hewldanê venagerîne. Bi taybetî piştî serketina hilbijartinê, hevsengiyên hêzê ber bi aliyê AKP'ê ve guherî. Yekîtiya Ewropa her çiqa ji pêşketina siyasî ya rejîma Tirk aciz jî be, neçar ma hevdîtinên li ser endametiyê bi pêş ve bibe.

TEVLÎBÛNA ÎRANÊ JI BO EWROPAYÊ BAŞ E

Herî dawî hûn tevlîkirina Îranê li civîna Viyanayê ya li ser krîza Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmî tevlîkirina Îranê li civîna li Viyanayê, ji bo Ewropayê rewşeke baş e. Tirkiye û Erebîstana Siûdî li hêzeke cuda ya ku li herêmê gelekî cuda tevdigere, rast hatin. Ev aktor li pişt wan cih digirin. Ewropayê bi Îranê re 'tifaqeke paş' çêkir, ku divê ev yek jî were fêmkirin.

HADRIEN DESUIN KÎ YE?

Hadrîen Desuin ku şagirtekî berê yê dibistana leşkerî ya taybet a St-Cyr a Fransayê ye, perwerdeya xwe piştre li Dibistana Esferên Jendermeyan a Neteweyî dewam kir. Desuin li ser pirsgirêka Xiristiyanên Rojhilat û dîaspora wan, mastira têkiliyên navneteweyî û stratejîk kir. Desuin her wiha di sala 2005'an de li Kahîreyê li Navenda Ekonomîk, Hiqûqî, Lêkolînên Civakî û Dokumantasyonê, mastira jepolîtîka Misirê kir. Ji sala 2010'an heta 2012'an malpera Fransayî "Les Conversations" bi rê ve bir. Îro li malpera "Causeur et Conflits" xebatên dîplomatîk ên Fransayê yên li cîhanê dişopîne.