BI DÎMEN

Pirtûka Ocalan piştî Latîn Amerîkayê wê li Spanyayê bê nasandin

Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanê Spanyolî hatiye tercûmekirin, piştî civînên danasînê yên li Latîn Amerîkayê wê li Spanyayê were nasandin.

Civînên danasînê wê sibe li Barcelonayê destpê bikin.

Li Latîn Amerîkayê, civînên danasîna pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi zimanê Spanyolî hat tercûmekirin, di 2'ê Gulanê de li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê destpê kiribûn. Di beşek ji van rêze civînan de zanyarê siyasetê yê Arjantînî Atîlîo Boron jî amade bû. Ev rêze civîn bi dorê li gelek bajarên Brezîlya, Ûrûgûay, Paragûay û Şîlî hatin lidarxistin.

Tercûmanê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî da xuyakirin, ku civînên danasînê piştî Latîn Amerîkayê wê li Spanyayê jî dewam bikin û got, "Li vê derê wê bi zimanên Katalanî û Spanyolî civînên danasînê werin kirin. Ji ber ku tercûmeya pirtûkê ya bi zimanê Katalanî jî qediya ye. Em ê sibe li Barcelonayê, bi gelê Katalan û dostên xwe re dest bi civînên danasînê bikin. Piştre li 20 deverên Katalonya, welatê Baskê û Madrîsê em ê civînên danasînê lidar bixin. Di dema pêş de jî em ê bi zimanê Baskî û gelek zimanên din tercûme bikin. Em dixwazin felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Kurdan bi gelên li Spanyayê dijîn re bidin naskirin."

...