Pirtûka Ocalan li herêma Endulus a Spanyayê gelekî balê dikişîne
Li bajarê Cadîz ê herêma Endulus a Spanyayê, pirtûka Ocalan a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku bi zimanê Spanî hat wergerandin, hat nasandin.
Li bajarê Cadîz ê herêma Endulus a Spanyayê, pirtûka Ocalan a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku bi zimanê Spanî hat wergerandin, hat nasandin.
Civîna danasînê li Navenda Çapemeniyê ya Cadîz hat kirin û gelek kes tevlî bûn.
Endamê KNK'ê û tercûmanê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî û dostên gelê Kurd Joaqûîn Martînez û Îgnacîo Sûnîco li civînê axivî.
Zerdeştî bal kişand ser wate û girîngiya pirtûkê ji bo cîhana Hîspan. Di dema axaftina xwe ya li ser pirtûkê de Zerdeştî ragihand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin û di serî de li Kurdistanê li gelemperiya cîhanê çalakiyên protestoyî, grevên birçîbûnê tên lidarxistin.
Zerdeştî da xuyakirin, ku dewleta Tirk a bi her awayî piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê, qîma xwe bi vê ve jî naniye, herî dawî Cerablûs dagir kiriye û hewl dide pêşî li yekbûna Rojavayê Kurdistanê bigire.
Zerdeştî diyar kir, medya navneteweyî jî li pêşberî vê rewşê bêdeng ma ye û bal kişand ser girîngiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo Şoreşa Kurdistanê.
Mahmût Çolak Zerdeştî anî ziman, ku yekane rêya qedandina şerê etnîkî û olî projeya Konfederalîzma Demokratîk e û ragihand ev proje ne tenê ji bo Kurdan ji bo temamiya gelên Rojhilata Navîn yekane rêya çareseriya bingehîn e.
Di vê civîna danasînê de, ku nûnerên gelek saziyên civakî yên demokratîk, mafên mirovan, tevgerên çep û pêşverû jî lê amade bûn, li ser pêvajoyê pirs hatin kirin, bersiv hatin dayîn û nîqaşên berfireh hatin kirin.
Civîna danasînê wê sibe jî li bajarê Sevîlla yê heman herêma Endulusê pêk were. Dûre wê li bajarên Granada û Malaga yên vê herêma otonom, dewam bike.