Pirsgirêka Kurd û Operasyona Mûsilê -Selahattîn Erdem
"Eger bazariya li ser Mûsilê wek dewleta Tirk plan dike bi encam bibe, wê demê berdewama statûya li başûrê Kurdistanê jî wê ji holê rabe."
"Eger bazariya li ser Mûsilê wek dewleta Tirk plan dike bi encam bibe, wê demê berdewama statûya li başûrê Kurdistanê jî wê ji holê rabe."
Herwekî şerê cîhanê yê yekê, şerê cîhanê yê sisêyan jî çerx bû, vegeriya û li ser Mûsilê rûnişt. Niha gelek derdor li ser operasyona Mûsilê disekinin. Li gorî hin organên çapemeniyê û daxuyaniyên hin derdorên siyasî, operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ’ê li ser kêliyan e. Bêguman babeta ku operasyoneke wiha ji aliyê kê ve bê kirin, pir girîng e. Lewre, li wê derê hêz û amadekariyeke ku DAIŞ’ê ji Mûsilê derxîne li holê xuya nake.
Li gel ku rewşa rasteqînî wiha ye û Mûsil hê jî di destê DAIŞ'ê de ye, mîna ku Mûsil hatibe rizgarkirin, babeta ku piştî DAIŞ’ê Mûsil bikeve destê kê tê niqaşkirin. Ji niqaşê jî wêdetir, li ser vê mijarê bazar û têkoşîna parvekirina herî mezin a dîrokî tê kirin. Li aliyekî rêveberiya Bexdayê, Îrana mutefîkê wê û wiha jî hêzên mîlîsên Şiî yên bi ser Îranê ve hene. Li aliyê din jî PDK, dewleta Tirk a mutefîkê wê û mîlîsên sinne yên bi dewleta Tirk ve girêdayî hene. Amerîka jî di navberê de maye û hewl dide wan hêzan li hev bîne.
Di vê çarçoveyê de rêveberiya Iraqê dixwaze Tirkiye leşkerên xwe yên li Başikayê vekişîne, dixwaze hêzên mîlîsên sinne ji alîkariya leşkerî ya dewleta Tirk bêpar bimînin. Eger ev pêk were û Mûsil jî ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin, wê demê wê Erebên şiî di rêveberiya Mûsilê de bêtir bibandor bibin. Herwiha wê di rewşa şer a vê gavê de wê bandora gerîlayên PKK’ê geştir bibe û Kurd jî li ser rêveberiya Mûsilê bibin xwedî gotin. Vaye rêveberiya dewleta Tirk vêna naxwaze û bi taybetî jî ji bo di rêveberiya Mûsilê de bandora Kurdên azad geş nebe, çi ji destê wê tê, dike. Wisa ku, li ser axa Iraqê rêveberiya Iraqê tawanbar dike û êrîş dike.
Li ser vê bingehê, li hawirê gotegota qaşo operasyonekê ya Mûsilê heye. Mirov her sibe bi operasyona Mûsilê re hişyar dibin. Têkoşîna bidestxistina Mûsilê ya bi piştî DAIŞ’ê bi tevahiya dijwariya xwe ve dewam dike. Lê Mûsil hê jî di destê DAIŞ’ê de ye û rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ’ê ewqasî ne hêsan e. Nexwe wê Mûsil çawa ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin? Vaye di vir de dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê derdikevine pêş û êrîşên AKP’ê watedar dibin. Lewre tecrûbeyeke Cerablusê ya dewleta Tirk heye. Bi lihevkirina DAIŞ’ê re Cerablus bi dest xist û da nîşan ku dikare vê li her derî jî bike. Ji ber wê ye ku yên beriya rizgarkirinê bazariya Mûsilê dikin diyar e ku pişta xwe bi lihevkirina DAIŞ’ê û dewleta Tirk ve girêdidin.
Aliyekî operasyona Mûsilê ya di rojevê de tê niqaşkirin ev e, aliyê din yê babetê jî, têkiliya wê ya bi şerê sisêyan ê cîhanê û ya bi pirsgirêka Kurd re ye. Lewre şerê sisêyan ê cîhanê yê 25 salan jî hatiye û li ser babeta Mûsilê sekiniye. Ev jî bi pirsgirêka Kurd re wekî goşt û neynûk di nav hev de ne. Bala xwe bidinê, beriya Mûsil rizgar bibe, bazariya -wê Mûsil bikeve destê kê?- tê kirin û di navenda vê bazariyê de jî hewldana ku Kurd li Mûsilê nebin xwedî hêz heye. Ev hewldan jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ku siyaseta îmha û înkara Kurdan bi rê ve dibe ve, tê kirin.
Vaye di vir de pêwîst e em babeta pirsgirêka Mûsilê baş têbigihîjin. Pirsgirêka Mûsilê ya ku îro wek operasyona Mûsilê tê rojevê ji aliyê paşxaneya xwe ya dîrokî ve pir girîng e, divê ji aliyê mêjûyî û siyaseta rojane ve baş bê fahmkirin. Ya girîngtir jî, wek bingeha pirsgirêka Kurd divê mirov pirsgirêka Mûsilê baş bizane. Dîsa divê rola vê babetê ya di dawîhatina şerê yekê yê cîhanê de û di desthilatiya modernîteya kapitalist a global de girîngiya wê li ber çavan bê girtin.
Wek tê zanîn di demên borî de ji pirsgirêka Kurd re pirsgirêka Mûsilê jî dihat gotin. Li wîlayeta Mûsilê ku di nav pêvajoya dîrokî de hatiye pê, Kurd wek civak di piraniyê de bûn. Li gel ku şerê yekê yê cîhanê bi dawî bû, lê şerê li ser Mûsilê heta sala 1926’an jî xelas nebû. Li Lozanê di sala 1923’an de Îngiltere û Tevgera Kemalîst li ser sînorên dewleta Tirk li hev kirin, lê heta hezîrana sala 1926’an û Peymana Enqereyê sînorên Tirkiye û Iraqê nehat xêzkirin. Şerê di navbera salên 1920 û 1926’an de wek şerê li ser Mûsilê berdewam kir.
Baş e, şerê Mûsilê çawa bi dawî bû? Li ser vê babetê Serhildana Şêx Seîd û tirsa dewleta Tirk roleke mezin list. Dewleta Tirk a ji têkoşîna azadiya Kurdan tirsiya û wisa jî dît ku Kurdên li Mûsilê bûyîn xwedî hêz û wê têkoşîna xwe bi pêş bixin dev ji têkoşîna xwe ya li dijî Îngiltere ya li ser Mûsilê berda û Mûsil radestî Îngiltere kir. Li hemberî vê, merca ku Mûsil nedin Kurdan û bibe wek eyaleteke Ereban danî, xwest ku siyaseta înkar û îmhayê ya li ser Kurdan ji aliyê Îngîltere ve jî bê qebûlkirin.
Di rastiyê de wîlayeta Mûsilê di nav sînorên Mîsak-i Mîllî de bû. Li wîlayeta Mûsilê gelheya zêde Kurd bûn. Mîsak-i Mîllî wek erdên ku Kurd û Tirk pêkve li ser dijîn hatibû destnîşankirin û wîlayeta Mûsilê ya Kurd lê zêdeyî bûn jî di nav wê çarçoveyê de bû. Lê rêveberiya Tirk a ji azadiya Kurdan ditirsiya, îmha û înkara Kurdan bingeh digirt, li hemberê hin desket û berjewendiyan wîlayeta Mûsilê firote Îngiltereyê. Herwisa li hemberî îmha û înkara Kurdan pêşî Mûsil radestê Îngiltere kirin û paşê jî kirin axa Ereban.
Di pêvajoya Erebkirina Mûsilê de gelek plan kirin meriyetê. Yek ji vana jî guherandina demografiyê bû. Di sîstema Iraqê ya di bin serweriya Îngiltereyê de hin beşên axa wîlayeta Mûsilê li ser wîlayetên din hatin dabeşkirin û li wîlayeta Mûsilê gelê Kurd wek hindikahî hat hiştin. Wîlayetên Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê li ser vê plane hatin sazkirin.
Vê gave şerê sisêyan ê cîhanê ku navenda wî li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurd derxistiye pêş û ew jî ji nû ve wek pirsgirêka Mûsilê tê rojevê. Di rastiyê de ji ber vê ye ku operasyona Mûsilê hinde derket pêş û şerekî nû li ser Mûsilê hat destpêkirin. Rêveberiya Tayîp Erdogan ku dixwaze dewleta netewe ya faşîst ji nû ve restore bike, wisa jî dixwaze vê bi bazara li ser Mûsilê de pêk bîne.
Wisa têgihiştin ku bi navê operasyona Mûsilê li pişt deriyên girtî bazariyeke giran a Mûsilê pêk tê. Serekiya vê bazarê jî dîsa Kurd in. Rêveberiya Tayîp Erdogan jî wek yên berê bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze rê li ber bandorbûyîna Kurdan a li Mûsilê bigire. Dixwaze Mûsil bide hêzên global yên ku Amerîka serpereştiya wan dike û li hemberê wê jî qebûlkirina desthilata xwe û desteka komkujiya Kurdan hêvî dike. Bi hemû hêza xwe ve astengkirina bandora Kurdan a li Mûsilê û wisa jî dixwaze Mûsil bikeve destê Erebên sinne. Ya rastî di vê xalê de ti dijberiya wê ya li dijî DAIŞê nîne. Lê dibîne ku wê DAIŞ ji Mûsilê bê derxistin û di rewşeke wisa de jî, dixwaze Mûsil di destê hêzeke wek DAIŞ'ê de bimîne.
Nexwe di rastiyê de şer an jî operasyoneke li dijî DAIŞ’ê li holê nîne. Ya di rastiyê de heyî, bazareke eşkere ya li bi beramberiya komkujiya Kurdan a di babeta Mûsilê de tê bi rêvebirin, heye. Eger ev bazar neyê xerakirin wek ku nod sal in didome, wê xesara herî mezin dîsa jî Kurd ji vê bibînin. Di nav Kurdan de jî herî zêde wê Kurdên Başûr bixisirin. Eger bazariya li ser Mûsilê wek dewleta Tirk plan dike bi encam bibe, wê demê berdewama statûya li başûrê Kurdistanê jî wê ji holê rabe. Divê di serî de PDK û rêxistinên Başûr û tevahiya gelê Başûr vê rastiyê baş bibînin û li dijî van lîstikan bisekinin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA