Pîrozbahiyên 36. salvegera damezrandina PKK’ê didomin
Pîrozbahiyên 36. salvegera damezrandina PKK’ê didomin
Pîrozbahiyên 36. salvegera damezrandina PKK’ê didomin
Li Ewropayê li gelek navendan û bajarê Sydney a Awûstralyayê 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Li bajarên Koln û Hîldesheîm ên Elmanyayê, li bajarên Nancy û Creîl ên Fransayê û bajarê Sydney ê Awûstûryayê û bajarê Brîghton ê Îngîlîstanê 36’emîn salvegeran damezrandina PKK’ê b coşek mezin hat pîrozkirin.
KOLN
Kurdên li Koln û derdora wê dijîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekê pîroz kirin. Şeva li Wruosaal hat pîrozkirin nêzî 2 hezar kes tevlî bûn .
Hevseroka KCD-E Dilşa Osman got: “Berxwedana 36 sal berê li gundê Fîsê destpê kir û li Kobanê û Şengalê berdewam dike. Ev jî nîşan dide ku PKK tevgerek mirovane û tevgereke gel e. Ya ku Arîn Mîrxan pêş xistiye ruhê berxwedana jinê ye. Kobanê wê teqez nekeve û bibe temînata serkeftinê."
Li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê TJKE Zelal Amed jî axivî û got: “PKK ne tenê tevgereke şer e. Di heman demê de felsefeya jiyan û çandê ye. Dîroka wê bi dersên mezin tijî ye. Bi saya berxwedana ku Hakî Karer, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz nîşan daye, em îro hatine vê rojê û ji ber vê jî xwediyên rast ên PKK şehîd in.”
Hevşarardarê Sûrê Seyît Narîn jî diyar kir ku gelê Kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Ger bê xwedin di vê rê de berdêl bên dayîn gelê Kurd amade ye.
Bi meşa dirêj a du rojan berdewam kir û ji aliyê Ciwanên Azad ve hat organîzekirin li Kolnê bi dawî bû. Meşa Ciwanan saet 12.00’an li Komeleya Mala Kurdan a Kolnê destpê kir û piştî meşa 8 km, çûn salona ku bername lê pêk tê. Her wiha Federasyona Elewiyan a Demokratîk û MLKP’ê jî peyamek şandin şevê.
Sînevîzyoneke ku Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku pêvajo vedigot hat nîşandan. Di şevê de Jin û Erbane, Muslum Polat, Xelîl Xemgîn, Hozan Zozan û Farqîn derketin ser dikê.
HILDESHEIM
Kurdên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Nêzî hezar kes tevlî şevê bûn û ji bo şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê Hevserok Alî Kocademîr, li ser navê Malbatên Şehîdan Wezîr Demîr, li ser navê Kontona Cizîrê Bereket Reş û li ser navê nûneriya Hîldestheîm Partîsan jî axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan Koma Azadiya Jinan, Koma Şengal, Margaret-Zozan-Rezan, Bêrîvan Çiya, Memo û Hesen, Zohre Kurtulan, Beşîr Rojava, Genco, Xemgîn Bîrhat derketin ser dikê. Di şevê de koma Azadî jî reqsên gelerî lîstin. Sînevîzyoneke ji axaftina Cemîl Bayik pêk dihat hat nîşandan.
NANCY
Li bajarê Vandœuvre-lès-Nancy duh piştî nîvro bernameyek hat organîzekirin û ji bajarên Strasbourg, Mulhouse, Saint Avold, Metz û derdora wê nêzî hezar Kurd tevlî bûn.
Li Salonê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Hakî Karer, Ferhat Kurtay û Mehmet Karasungur hatin daliqandin. Ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û Koroya Zarokan a Saint Avold Koma Heja bi stran û sirûdan şev hat destpêkirin. Şaredarê Vandœuvre-lès-Nancy Stéphane Hablot axaftinek kir.
Siyasetmedarê Kurd Sercan Aydin jî axivî û her wiha MLKP, Yekîtiya Gelan û Komeleya Elewî Can jî peyamên xwe şandin.
Hunermend Diyar û Sosin û her wiha Koma 84 û Koma Hêja derketin ser dikê. Şev bi govendê bi dawî bû.
CREIL
Li bajarê Creîl ê Fransayê jî bernameyek pêk hat û li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zeynep Kinaci û alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê hozan Seyîdxan, Hemê Hecî, hunermendên Tev-Çand a Parîsê derketin ser dikê. He rwiha koma folklorê ya Creîl jî lîstikên xwe pêşkêş kir. Di şevê de sînevîzyoneke ku ji roja damezrandina PKK’ê heta niha vedigot hat nîşandan.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awûstûralyayê jî damezrandina PKK’ê ji aliyê sedan kesî ve bi coşek mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji her çar aliyê Kurdistanê gel tevlî bû, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamê KNK’ê Şivan Zerdeşt balkişand ser têkoşîna 36 salan a PKK’ê û şoreşa Rojava.
Endamên Kesk û Partiya Sosyalîst, ciwanên Çînî, kesên ji civaka Suryanî jî tevlî bûn. Hunermend Kanîwar û koma muzîkê derket ser dikê.
BRIGHTON
Li bajarê Brîghton ê Îngîlîstanê jî damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Di bernameyê de li ser navê Meclîsa Gel a Brîtanyayê Alî Poyrazla axivî. Poyrazla bal kişand ser şerê li Kobanê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Îbo Can, Sezgîn Coşkun û Hamîd Sag stranên xwe pêşkêş kirin.