Pîrozbahiya 1'ê Îlonê ya li Stenbolê wê li Kadikoyê be
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê di 10'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga aştiyê pêk bîne.
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê di 10'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga aştiyê pêk bîne.
Koordînasyon dê bi şiyara "Aştî, Azadî, Edalet, ji Rewşa Awarte re Na, Bila biryarname betal bibin" mîtîngê pêk bînin. Mîtîng wê saet di 15.00'an de dest pê bike û bi axaftinan bi dawî bibe. Tevî pêkhateyên Koordînasyonê wê gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bibin. Kesên beşdarî mîtîngê bibin û axaftinê bikin wê balê bikşînin ser rewşa Tirkiye û polîtîkayên AKP'ê.
Nûnerê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îlhan Turhan Yildirim diyar kir ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji her sal bêhtir xwedî wate ye û ji her sal bêhtir di rewşek krîtîk de piroz dikin. Yildirim anî ziman ku mijara şer li Rojhilata Navîn wekî 3'emîn Şerê Cîhanê pêvajoyek ava kiriye û wiha got: "AKP di vî şerî de çalak cih û rola xwe digire. AKP ji bo desthilatdariya xwe biparêze vî şerî geş dike. Li her derê şer derdixîne. Li dijî gelê Kurd êrîşên pir dijwar hene. Em dixwazin di 1'ê Îlonê de bal bikişînin ser vî şerî û êrîşên li dijî hêzên muxalif û mafên mirovan. Li dijî polîtîkayên şer gotinek jî girîng e. Divê her kes li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ku di 10'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bînin xwedî derkevin."
Hinek saziyên di koordînasyonê de cih digirin wiha ne: HDP, HDK, EMEP, Malên Gel, Kaldiraç, EHP, KESK, TMMOB, DÎSK, TTB, SEP, KOZ, Proleter Devrimci, HTKP, ODP.