Piri ji bo spasiyê serdana NCDK'ê kir

Raportora Tirkiyeyê ya serdema beriya niha siyasetmedar Kati Piri, piştî ku careke din hate hilbijartin ji bo spasiyê serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Den Haagê kir.

Kati Piri di rêza 4'emîn a lîsteya Partiya Karker a Hollandayê de tevlî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê bû. Kurdên li Hollandayê jî biryar dan ku piştgiriyê bidin Kati Piri.

Piri piştî ku hate hilbijartin doh serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Den Haagê kir û spasiya Kurdan kir.

Di dema serdanê de Piri got, "Ez ê vê têkiliya navbera me dema bê jî bidomînim. Dixwazim wezîfeya raportoriya Tirkiyeyê bidomînim ku pênc salan min ew wezîfe kir. Di dema hilbijartinê de min li her kolanê dît û bihîst ku Kurd piştgiriyê didin min.

Bûm heyrana piştgiriya Kurdan a ku ji bo têkoşîna demokratîk dan min. Pêvajoyê bê ez ê karê xwe hîn bi xurtî bidomînim."