'Pêwîste dest li rewşê were werdan'
Beriya daxuyaniya 31'ê Tebaxê ya li Amedê, Kiliç ji ANF'ê re axivî û got, "Pêwîste dest li pêvajoya heyî ya siyasî bê werdan." Kiliç da xuyakirin, ku ew vê yekê weke berpirsyariyeke xwe dibînin.
Beriya daxuyaniya 31'ê Tebaxê ya li Amedê, Kiliç ji ANF'ê re axivî û got, "Pêwîste dest li pêvajoya heyî ya siyasî bê werdan." Kiliç da xuyakirin, ku ew vê yekê weke berpirsyariyeke xwe dibînin.
Beriya daxuyaniya 31'ê Tebaxê ya li Amedê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît Kiliç ji ANF'ê re axivî û got, "Ji aliyê gotin û helwestê ve, pêwîstî bi destwerdanek li pêvajoya heyî ya siyasî heye." Kiliç da xuyakirin, ku ew vê yekê weke berpirsyariyeke xwe dibînin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) wê di 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê ya Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Yek ji xalên sereke yên vê daxuyaniyê jî wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, ku demeke dirêj e destûr nayê dayîn kesî bibîne.
Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re rûnê. Malbat û wasî jî ji 6'ê Cotmeha 2014'an û Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin.
Di medya AKP'ê de hin nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin, ku di şeva 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê de, komek ji darbekaran çûne Girava Îmraliyê, lê hatine astengkirin. Piştî van nûçeyan, tevgera Kurd xwest, der barê rewşa Ocalan de agahî were dayîn. Li ser vê yekê Wezareta Edaletê daxuyaniyek weşand û got, "Ti pirsgirêk nîne".
Di civîna çapemeniyê ya 31'ê Tebaxê de, tevî nirxandina rewşa dawî ya siyasî, tê payîn ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê helwestek were nîşandan.
'EM Ê HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN'
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît Kiliç ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ew ê der barê rewşa dawî ya siyasî û civakî helwesteke hevpar nîşan bidin.
Koçyîgît Kiliç bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya siyasî ku piştî hewldana darbeyê dimeşîne û got, "Li şûna ku desthilatdariya siyasî li ser kêmasiyên xwe bifikire, şert û mercên darbeyê ji holê rake û bikeve nava hewldanan ku pêşî li darbeyên gengaz û krîzên civakî û siyasî yên nû bigire, mixabin serî li rêbazeke ku krîzan kûrtir bike, daye. 'Eniya Mutabataqa Milî' ya li Yenîkapiyê hat îlankirin, li şûna ku welêt ji nava kaos û krîzê derxîne û bike welatekî xurttir û demokratîktir, mixabin zexteke giran daniye ser siberoja gelan."
Koçyîgît Kiliç işaret bi dagirkirina Rojava jî, ku artêşa Tirk tevî çeteyên cîhadperest pêk aniye û wiha dewam kir: "Şerê li Cerablûsê polîtîkaya sereke ya vê rewşê ye. Israra şerê li Kurdistanê, tevgera bi şiyara 'Heta dawiyê şer' yek ji van polîtîkayan e. Ragihandina Rewşa Awarte, pêkanînên antî demokratîk, biryarnayên xwedî hukma qanûnî nîşan didin ku vê desthilatdariyê, bi tifaqê ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê encamên rast dernexistiye û wê Tirkiyeyê ber bi siberojeke rast ve nebe."
Hevberdevka HDK'ê Kiliç diyar kir, li dijî tifaqa 'Mutabaqata Millî' divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê hîn bêhtir li hev bicivin û got, "Ji bo sekna li dijî vê tifaqê bê xurtkirin, pêwîste em bi hemû saziyên xwe, bi rengekî koordîneyî bi heman ziman û heman helwestê nîşan bidin."
Di dawiya axaftina xwe de Kiliç got, "Li dijî pêvajoya heyî ya siyasî, pêwîstî bi destwerdanekê heye" û wiha dewam kir: "Em di vî warî de xwe berpirsyar dibînin. Nêrîna me bi vî rengî ye. Mixabin Tirkiye ber bi aliyekî baş ve naçe. Ji bo guhertina vê rêveçûna serberjêrî, girîng e mûxalefet xwe bi xurtî bi rêxistin bike. Em ji bo vê têdikoşin. Em hêvîdar in ev daxuyaniya me ya hevpar wê bibe hêviyek ji gelên Tirkiyeyê re. Ji aliyê civakî ve rewşeke reşbîn derketiye holê. Lewma em dixwazin xwesteka têkoşînê, berxwedanê û hêviyê zindî bikin û destketiyên civakî û siyasî bilind bikin."