Pevçûnên li Rojava didomin

Pevçûnên li Rojava didomin

Li herêma Til Koçer piştî ku şevê din hêzên YPG'ê tangek û wesayîtek doçka 23/5 rûxand, her wiha tangek jî derb kirin, şerê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de heta serê sibehê dom kirin. Di şerê li Serêkaniyê de 4 çete hatin kuştin. Şerên li herêma Girkê Legê, derdora gundê Til Îd û Til Ebyadê jî cîh bi cîh dom dikin.

 Til Koçer

 Şerê di navbera hêzên YPG'ê û komên Dewleta Îslam Iraq û Bilad Şam/Cephet El Nusra yên li der dora Til Koçer ku duh saet derdora 12.00'an de de destpê kiribû û şevêdin dijwar bibû, dem demî dom dike.

 Di şerê şevêdin ku saet derdora 19.00'an de dijwar bû de tangek û wesayîtek doçka 23/5 hate rûxandin, her wiha tangek jî hate derbkirin. Hate ragihandin pevçûnan heta serê sibehê dom kirine û gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Pevçûnên li herêmê cîh bi cîh dom dikin.

 Girkê Legê

Li herêma Girkê Legê jî piştî êrîşên komên çekdar ên li derdora gundên Girhok û Yusufiyê ku şeva berê pêk hatibûn, pevçûn cîh bi cîh dom dikin. Di şerê li vir de jî ku duh heta saetên nîvro bi dijwarî dom kiribû de gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbibûn , 5 çete jî dîl hatibûn girtin, her wiha erebeyeke doçka ya 14.5 jî hatibû ruxandin.

 Til Îd

 Li derdora gundên Til Îd, Becariyê, Uwêniyê, Xirab Esker, Boladiyêû Rihêba Zahir şerê dinavbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de ku 2 roj berê bi êrîşên çeteyan destpê kiribûn, cîh bi cîh dom dikin. Piştî gundê Uwêniyê hate rizgarkirin, hate ragihandin ku şevêdin jî komên çekdar ji hinek mezrayên derdora Uwêniyê hatine derxistin.

 Serêkaniyê

 Li herêma Serêkaniyê şevê din di navbera gundê Kişto û Til Xelef de saet derdora 12.00'an de di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de şer derket. Di encama şerê ku 2 saetan dom kirin de 4 endamên komên çete hatin kuştin.

 Til Ebyad

 Li herêma Til Ebyadê jî piştî şerê dijwar ê di navbera gundên Bîkino û Çelbê de ku di encamê de 11 endamên çeteyan hatin kuştin û 2 wesayît hatin rûxandin, li gundê Susikê jî şer derket. Di şerê li vir de jî 3 endamên çeteyan hatin kuştin.

Pevçûnên li herêmê cîh bi cîh didomin.