Pevçûnên li Helebê bi dijwarî didomin
Pevçûnên li Helebê bi dijwarî didomin
Pevçûnên li Helebê bi dijwarî didomin
Li bajarê Helebê şerê di navbera komên çekdar ên opozizyonê û hêzên rejîmê de bi dijwarî didome. Hate ragihandin ku komên çekdar nexweşxaneya El-Kindî bidest xistiye, balafirên rêjîmê jî gelek deverên Helebê bombebaran dikin. Hate gotin gelek welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, çekdarên opozisyonê nexweşxaneya El-Kindî ya Helebê bidest xist. Hate gotin ku di encama şer û pevçûnên li derdora nexweşxaneyê de 20 leşkerên rêjîmê hatin kuştin, her wiha hin leşker dîl ketin destê çekdarên opozisyonê. Li aliyê din balafirên şer gelek deverên Helebê topbaran dikin. Hate hînbûn ku di encamê de hin sivîlan jiyana xwe jidest daye.
Hate ragihanidn ku balefirên rêjîmê taxên Heyderiyê, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, El-Ensarî, El-Meşhed, Elzibdî û Hey El-Sukerî bombebaran kirine. Hate gotin ku di encama bombeberanê de hin welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane, her wiha hin sivîl birîndar bûne, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Çavkaniyan diyar kirin ku li derdora Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer û pevçûn dewam dikin. Hate ragihandin ku li derdora bajaroka Neqarîn şerê dijwar rûdeya û di pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne.
Hate gotin ku balafirên şer ên rêjîmê bajaroka Bab a Helebê bombebaran kiriye û di encamê de zarok jî di nav de 5 sivîlan jiyana xwe jidest dane. Her wiha hate gotin hêzên rêjîmê bajarokên Heyan, Mayîr Beyanûn, Kefer Hemra topbaran kirine û di encamê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê bajaroka Qesrîn a Helebê jî bombebaran kiriye 3 sivîlan jiyana xwe jidest dane.