Pêşnûmeya destwerdana li Sûriyê paşve hat xistin

Pêşnûmeya destwerdana li Sûriyê paşve hat xistin

Nirxandina pêşnûmeya erka destwerdana leşkerî li Sûriyê dide Serokê DYE Barak Obama, piştî ku Rûsyayê pêşniyar kir ku kontrolkirina çekên kîmyewî radestî hêzên nvavneteweyî bê kirin, paşve hat xistin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Barack Obama der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Eger pêşniyara Rûsyayê ya ji bo çekên kîmyewî ji kontrola navneteweyî re bê vekirin ji aliyê Sûriyê ve bi kêfxweşî û erênî were besivandin, planên destwerdana leşkerî ya li Sûriyê dikare were rawestandin."

Obama di bernameyeke li kanala televîzyonê ya CNN peyivî û diyar kir ku ew ji ber banga Rûsyayê kêfxweş e, lê belê bi guman e ku Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad erênî bersivê bide vê bangê.

Obama got, "Ev di çarçoveya berjewendiyên me yên ewlekariya neteweyî de ye. Eger em karibin vê yekê, bêyî destwerdaneke leşkerî bikin, ev yekê jî bibe daxwaza min a sereke." Obama bi van gotinan sînyal da ku ew di vebijarka destwerdana leşkerî de bi israr nîne.

Derdorên siyasî yên DYE di wê baweriyê de ne ku pêşniyar Rûsyayê hatiye hawara Obama, ji xwe pêşnûmeya wî bi îhtimaleke mezin dê li Kongreyê neyê qebûlkirin. Ji 433 endamên Meclîsa Nûneran tê zanîn ku 230 kes li dijî pêşnûmeyê derdikevin.

Daxuyaniyên Obama heman piştî banga Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat, ku Lavrov ji Şamê xwest stokên çekên kîmyewî ji kontrola navneteweyî veke û dûre wan ji holê rake.

Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron banga Rûsyayê weke "gaveke ber bi pêş ve" nirxand, lê di heman demê de got, "Ev yek dikare taktîkeke ji bo balê bikşîne ser devereke din be."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius jî bang li Esad kir ku der barê planê de sozên "Bi lez, cidî û karibin bên piştrastkirin" bide. Serokwezîra Elmanyaye Angela Merkel pêşniyara Moskowayê weke "pêşniyareke balkêş" bi nav kir û diyar kir ku ew hêvîdarin li pişt vê bangê "biryarên rastîn" bên.