Pervîn Bûldan tevlî avakirina ‘Daristana 8’ê Adarê’ bû

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser vexwendina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû tevlî avakirina Daristana Roja Jinan a Cîhanê ya 8’ê Adarê bû.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser vexwendina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû li Buyukçekmeceya Stenbolê tevlî avakirina Daristana Roja Jinan a Cîhanê ya 8’ê Adarê bû.

Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û jinên HDP’yî tevlî vekirina daristanê bûn.Hevseroka Bajêr a CHP’ê Canan Kaftancioglû û gelek jinên CHP’yî jî tevlî vekirina daristanê bûn.

Piştî axaftina kurt a Ekrem Îmamoglû û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû jinan bi navê xwe dar danîn.

Bûldan jî tevî jinên HDP’yî dar danî.