Pere wê kengî li ser Erdogan bê birrîn?

Piştî ku Elmanyayê pêkanîn li ser Tirkiyeyê ferz kir, tê payin ku Yekîtiya Ewropayê jî gavên bi heman rengî bavêje.

Yekîtiya Ewropayê piştgiriyeke xurt da pêkanîn Elmanyayê ku li ser rejîma Erdogan ferz kir. Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn got, "Tirkiyeyê qîmetê sebra me nezanî." Lîderê CSU Seehofer jî ev bang kir: "Divê hemû çavkaniyên ku pereyan dide Tirkiyeyê, bên girtin."

Piştî ku parêzvanê mafên mirovan welatiyê Elman Peter Steûdtner li Buyukada ya Stenbolê di operasyona polîsên Tirk de hate girtin, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel hefteya bihurî daxuyaniyek da û hin pêkanînên li ser rejîma Erdogan ferz dikin, eşkere kir.

Ev pêkanîn bi sernavên "hişyariya li ser geş û geştê", "Birîna alîkariya Yekîtiya Ewropayê" û "dawîanîna li teşwîqa ji bo razemeniyê" hatin destnîşankirin. Brukselê jî piştgiriyeke xurt da van pêkanînan. Komîserê YE yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn diyar kir, ku girtina parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ne ya qebûlkirinê ye û got, "Dema jinedîtîhatinê êdî qediya."

Hahn ji rojnameya Dîe Welt a Elman re axivî û destnîşan kir, ku helwesta Elmanyayê ya li hemberî Tirkiyeyê tê fêhmkirin. Komîserê ji Awûstûryayê Hahn anî ziman, ku dewleta Tirk ji pîvanên Ewropayê dûr ketiye û got, "Bi dîtina min, me hemûyan gelekî xwe li Tirkiyeyê ragirt, me sebir kir. Xuya ye Tirkiye qîmetê nade vê."

'TIŞTEKÎ KU ERDOGAN KARIBE PÊ ŞANTAJÊ BIKE, NEMA'

Hahn ji kovara Der Spîegelê re jî axivî û anî ser wê yekê ku tiştekî Erdogan pê şantajê li Yekîtiya Ewropayê bike, nemaye. Rayedarê Yekîtiya Ewropayê da zanîn, di mijara penaberan de Yekîtiya Ewropa êdî mîna berê bi Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye û wiha dewam kir:

"Sala 2015'an em di rewşeke welê de bûn, ku piraniya penaberan bi rengekî bê kontrol ketin nava sînorê Yekîtiya Ewropayê. Lê ev rewş êdî guherî. Tirkiye sînoran veke jî mîna du sal beriya niha wê mirov neherikin. Yekîtiya Ewropa wê destûrê nede ku şantaj lê were kirin."

'DIVÊ PERE LI SER BÊ BIRÎN'

Yek ji pêkanînên sereke yên hikumeta Merkel ên li dijî rejîma Erdogan, birîna alîkariya Yekîtiya Ewropa ji bo Tirkiyeyê ye. Dem û rêbaza vê yekê tê meraqkirin. Lîderê partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyanan (CSU) ku partiya bira ya CDU ye Horst Seehofer xwest, 4,5 mîlyar Euroyên ku divê heta sala 2020'an ji Enqereyê re bê dayin, neyê dayin.

Seehofer li Munchenê axivî û got, "Ya ku bi mehan e li Tirkiyeyê diqewime, ne ew e ku mirov xwe lê bigire û qebûl bike." Seehofer ji rojnameya "Welt Am Sonntag" re axivî û xwest, Yekîtiya Ewropa hemû çavkaniyên ku pereyan dişîne ji rejîma Erdogan re bên girtin.

Siyasetmedarê Elman destnîşan kir, ku dem hatiye tabelya "Stop" nîşanî Enqereyê bidin û diyar kir, hikumeta Merkel di mijara hişyariya li ser ger û geşta ji bo Tirkiyeyê de, hê zelaltir be.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ ERDOGAN BI PEREYAN SERXWEŞ KIRIBÛ!

Tevî gelek rageşiyên navbera Bruksel û Enqereyê jî, Yekîtiya Ewropa bi salane pereyan dide rejîma Erdogan. Hem ji bo danûstandinên endametiyê, hem jî ji bo peymana penaberan, Brukselê di nava sê salên dawî de 10 mîlyar Euro pere da Enqereyê.

3,3 mîlyar Euro ji vî pereyî, di navbera salên 2014-2016'an de hate dayin. Bi vê yekê re Tirkiye bû ew welat, ku ji derve alîkariya herî zêde ji Yekîtiya Ewropayê digire. Di çarçoveya Peyama Penaberan de, Brukselê ji 2016'an dema îmzekirina peymanê û vir ve 6,6 mîlyar Euro pere da Enqereyê.