Pêngava 15'ê Tebaxê li Ermenistanê hate pîrozkirin

Salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêma Elegez a Ermenistanê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya li herêma Elegez a Ermenistanê bi pêşengiya Komîteya Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê ve pêk hat.

Nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenistanê, nûnerê Rêxistina Civaka Sivîl a Aşxarakanê û Kurdên ji her devera Ermenistanê tevî dostên xwe yên Ermen tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Yekîtiya Gelê Kurd ê Ermenistanê û parlamenter Kinyazê Hemîd, endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar, dayika gerîla Zeytûn Kûtîkyan, Serokê Rêxistina Civaka Sivîl a Aşxarakanê û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan bi dorê axivîn.

Qisekeran diyar kirin, "Pêngava 15'ê Tebaxê navê vejîna Kurdan e. Destpêka têkoşîna rûmetê ya gelê Kurd e. Kurdan bi vê yekê re gotine, 'Ez hebûm, ez heme, ez ê her tim hebim'."

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji bo destketiyên bi Pêngava 15'ê Tebaxê re hatine afirandin ji holê neyên rakirin pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Piştî axaftinan Barî Yûsûbov, Fêrîk Hamoyan, Eşo Nadoyan, Firûnzîk Osoyan, Asya-Telman Axayan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.