Penaber teslîmî şîrketên ji îşkence û tecawizê tên sûcdarkirin, kirin
Penaber teslîmî şîrketên ji îşkence û tecawizê tên sûcdarkirin, kirin
Penaber teslîmî şîrketên ji îşkence û tecawizê tên sûcdarkirin, kirin
Li bajarê Burbach a eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê li yurda penaberan di dîmenan de derket holê ku personelên şîrketa ewlehiya taybet li penaberan îşkenceyê dikin. Şîrketa ewlehiyê ya îşkenceyê dike European Homecanre, berê jî li Avusturyayê bi bûyerê mirin û tecawizê hatibû rojevê û derket holê ku ji ber ku erzan xizmetê dide tê tercihkirin.
Xebatkarên ewlehiyê yên Şîrketa European Homecare ya ku navenda wê li Essenê ye, li kampa penaberan a li Burbachê penaberek li erdê dirêj kiribûn û piştre bi lingan pêl rûyê wî kiribûn. Vê yekê li Elmanyayê rê li ber nîqaşan vekir. Her wiha derket holê xebatkarên heman şîrketê li Essenê li kampeke din a penaberan li dijî penaberan îşkence kirine. Şîrketê daxuyaniyek da û diyar kir ku der barê îşkenceyên li kampê yekîne ava kirine û gotibû kesên sûcdar wê bên dîtin.
BI MIRIN Û TECAWIZÊ SÛCDAR KIRIBÛN
Lê derket holê sûcên xebatkarên şîrketê bi Essen û Burbachê ne sînor e. Derket holê ku xebatkarên şîrketê di 2003’an de li Avusturyayê di kampeke penaberan ya bajaroka Traîskîchen bi sûcên mirin , îşkence û tecawizê hatine rojevê.
Şîrket di sala 2003’an de bi mirina penaberekî Çeçenîstanê, bibû hedefa rexneyên, saziyên mafê mirovan. Derketibû holê ku penaberê Çeçenîstanê bi darbeya ku ji serê xwe girtibû miriye.
Şîrket bi bûyera tecawizê ya kampa Traiskirchen jî hatibû rojevê. Xebatkareke şîrketê bi sûcdarya ku tecawizî jineke penaber a Kamerûnê hatibû rojevê. Gumanbar mikur hat ku jina penaber bi zorê kiriye odeyê û mixabin doz ji ber kêmbûna delîlan ket.
BI ÎHALEYA ERZAN LI 40 KAMPAN XIZMETÊ DIDE
Şîrketa ku bi bûyerên îşkence û tecawizê hat rojevê, li gel yurdên penaberan ji bo ku îhaleyên xizmetê bigire, teklîfên kêm pêşniyar dike. Şîrket serê penaberekî rojane 12 euro 89 sent digire û li gorî şîrketên din kêmtir digire.