PÇDK: Li Herêma Başûrê Kurdistanê canê rojnamevanan di metirsiyê deye
PÇDK: Li Herêma Başûrê Kurdistanê canê rojnamevanan di metirsiyê deye
PÇDK: Li Herêma Başûrê Kurdistanê canê rojnamevanan di metirsiyê deye
Endamekê Meclisa Partiya Çareserî Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Asud îbrahîm ragihand ku, bi teror kirina rojanamevan Kawa Germiyan diyar bû li Herêma Kurdistanê jiyana rojnamevanên herêmî û azad dinava xeteriyê deye û got: “Ev ne cara yekeme li Herêma Başurê Kurdistanê rojnamevan rastî şîdet, gef û terorkirinê tên.”
Endamekê Meclisa Partiya Çareserî Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Asud îbrahîm terorkirina rojnamevan Kawa Germiyanî bi tundî şermezar kir û agihand ku teror kirina rojnamevanan û sernivîserê Kovara Rayel li navçeya Kelar ne kerekî mirovaneye û ev kirin nîşan dide ka li Herêma Başurê Kurdistanê de jiyana rojnamevanên herêmî û azad di nava xeteriyê dene yane û got: “ Ev cara yekem nîne li herêma Kurdistanê pirsgirêkên rojnamevenan çêdibin. Pirsgirêka sereke ya rojnamevan rastên gef û terorkirine. Pêşiya niha terorkirina Soranî Mame Heme û Serdeşt Osman û Bidilstar Tayer Şerîf û hewildan teror kirina berpirsê kompanya Naliya Şaswar Bidilwahîd û gelek hewildanên din yên tehdît û êrîşî ser rojnamevena endam dane. Ev jî eşkere dikin li vê herêmê de yek jî presibên serekî demokrasiya fikir û raman û parastina canê rojnamevanane û zehmetiyek din ya sereke eve nikarin vana qebul bikin.”
Îbrahî destnîşan kir ku pêşiyê niha jî gelek caran dezgehên cihanî bi raporan parastina mafê rojnamevanan eşkerebû û da diyar kirin ku tişta xistin jî ewe ku sansûr li ser azadiya bîr û ramana rojnamevanan heye û ev ji rastiya civakê û wiha ragihand: “ Di dema şîdet û teror kirina rojnamevanan de ji aliyê rêkxistinên cihanê û çi ji aliyê rojnamevanên herêmî û partî û Rêkxistinên Demokratîk ve hatibûn şermezar kirin.”
Di dawiyê de jî emdanê Meclisa Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê Asud Îbrahim bi tundî teror kirina rojnamevan Kawa Germiyan carekî din şermezar kir û bang li aliyên peywendidar kir ku kujerên Kawa Germiyanî ronî bikin û bibin dadgehekî adîlane.