PÇDK’ê li Germiyan lez da xebatên hilbijartinê

PÇDK’ê li Germiyan lez da xebatên hilbijartinê

Li herêma Silêmaniyê Germiyanê namzetên listeya 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Demokratîkê (PÇDK), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di nava du rojan de çûn serdana 11 gundan û li pêwendiyeke mezin rast hatin.

Namzetên lîsteya 113 ya PÇDK’ê di du rojê bihurî de  li herêma Germiyanê bi komek alîgirên xwe  re ji bo xebatên hilbijatinê serdana  gundên  Sercejnê, Ewla qut Gerdelan, Hesîre, Mirqasim, Zerdê, Kewa Çarma, şarow, Taran, Seyda  û Paqaya girêdayî navçeya Kelerê kirin.

Di nava koma ku serdana  gundan kir de namzetên lîsteya 113 yên PÇDK’ê Mamosta Elî Hemesalî, Zeyneb Şakir Hemîd û Asod Îbrahîm amade bûn. Di dema serdanê de namzetan  bername û projeyên xwe ji gundiyan re vegotin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Şandeya lîsteya 113, ku rastî eleqeyeke mezin hat,  ji gundiyan xwest dengê xwe bidin lîsteya 113 da ku wekhevî bê herêmê.

PARTIYÊN DESHILATDAR DIXWAZIN BI ZORÊ JI GEL DENG BIGIRIN!

Endamên şandeyê dan xuyakirin ku di dema serdanê de gundiyan ji wan re gotine; “PDK, YNK, Goran, Aresteyî Sêyem û şîu  tên ji me bi perayan dengan di xwazin. PDK û YNK jî ji me re dibêjin eger hûn ala partiyên me bi alê xwe ve nekin, emê mehaneyên we bibirin û we ji kar bavêjin. Ji ber tirsa wan me hemûyan çend alên wan partiyan li ser malên xwe hilawistîne.”

Hêjayî  gotinê ye, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê di sala 2002’an de ava bûye û cara yekeme bi hejmara 113 û bi 38 namzetan beşdarî hilbijatinan dibe. Ji 38 namzetan 14 jê namzetên jin in. Di sala 2005’an de wê bi lîsteya Hîwa biçûya hilbijartinê lê desthiladariyê rê nedayê ku beşdar bibe.