Paylan: Em bi govendên xwe qesrên wan hilweşînin

Di civîna gel de ya ku Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê li Taxa Haci Ahmetê li dar xist, Baylan axivî û got, “Em li her kolanê û li her taxê qala aştiyê bikin.”

Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê li Taxa Haci Ahmetê civîna gel li dar xist. Gel bi awayekî girseyî beşdarî vê civînê bû. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan û Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr û rêveberiya bajêr tevlî civîna gel bûn. Di civîna de parlementer Paylan bal kişand ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û got, “Em di vê 1’ê Îlonê de govendeke wisa mezin bigerînin, bila qesrên wan bi govendên xwe hilweşînin. Em li her kolanê û li her taxê qala aştiyê bikin.” Piştî axaftina kurt civîn bi konsera hunermendên NÇM’ê domiya.

JINÊN HDP’YÎ DI TAŞTÊ DE HATIN CEM HEV

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Taşdemîr li avahiya HDP’ê ya li Kuçukçekmeceyê di taştê de bi jinan re civiya. Taşdemîr li vê derê axivî û got, “AKP dixwaze hêviya me bişkîne. Em ê li ber xwe bidin.” Piştî vê axaftina kurt wê û jinan bi hev re sohbet kirin.